Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Rêber Ocalan planên pergala kapîtalist vala derxist

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ev 50 sal in bi berxwedana bêhempa li dijî pergala rizyayî ya kapîtalist li ber xwe dide. Ji ber vêberxwedanê îro hemû hêzên hegemon û dagirker li êrîşî Rêberê Gelan Ocalan dikin. Heke îro Rêberê Gelan Ocalan di îşkencexaneya Îmraliyê de di nava tecrîdeke girangirî tê girtin, sedemek yek jê ji me diqewime. Ev jî rê li ber şidandina tecrîdê vedike. Ji bo mere vê yekê baş fêm bike hewceye li geşedanên 24 saalan ên li. îşkencexaneya Îmraliyp binêre.

Rêberê Gelan Ocalan bi berxwedana xwe ne tenê li dijî dagirkeran deket, ya rastî ew li dijî planên qirkirinê yên pergala rizyayî ya kapîyalist derket. Ji ber ku evpergala rizyayî ya kapîtalist li ser destesekerina keda jin û civaka me derket holê, bi hişmendiya jiholêrakirinê êrîşî ser civakê dike. Bingeha avabûna wê Kevana Zêrîn e, bi gotineke din Mezopotamya ye. Yek ji pêşengên van gelan gelê kurd bi xwe ye. Ka li dora xwe binêrin bê hûn ê çend gelên din bibînin. Jibilî kurdan kes nemaye. Ji wan gelên din an hatine tunekirin an jî li ber tunekirinê ne. Tenê gelê kurd îro li ser piyan maye. Ev rewş vê pergala rizyayî ya kapîtalist dîn û har dike. Ji ber vê ye hovîtiya herî mezin li ser gelê kurd dimşînin. Ev hovîtiya wan ne ji hêzbûna wan, ji tirsa wan tê. ¨Tirsa wan a mezin jî Rêberê Gelan Ocalan e. Bi qasî ji Rêberê Gelan Ocalan ditirsin ji tu tiştekî din natirsin. Rêberê Gelan Ocalan bi berxwedana xwe êrîşên pergala rizyayî ya kapîtalist vala derdixe û bi paradîgmaya neteweya demokratîk jî rêya azadiyê daniye ber gelan.

Rêberê Gelan Ocalan bi damezrandina PKK’ê re hêza ku karibe li dijî civakujiyê derkeve û civakê biparêze ava kir. Rol û mîsyona PKK’ ev e û heta niha ev yek bi serkeftî pêk anî û dê pêk bîne. Di vî alîde tu şik û guman tune ne. Jixwe PKK di vî alî de xwe îspat kiriye. Yekî/ê ku jiyana PKK’ê nas dike û dibîne vê yekê di nava dilê xwe de hîs dike. Ji ber vê yekê PKK sînorên dagirkeran hilweşandiye û xwe gihandiye hemê civakan. Mînaka wê ya li ber çavan têkbirina çeteyên DAIŞ’ê yên pergala rizyayî ya kapîtalist û Şoreşa Rojava ye. Îro bûye bûye cih û warê jiyana azad. Ji ber vê yekê dewleta dagirker a tirk her roj gefa ji holêrakirinê li Rojava dixwe. Ev gefa jiholêrakirinê ya pergala rizyayî ya kapîtalist e. Ew ji hemûyan aliyan ve ¨êrîşî ser civakê dikin. Ya herî zêde jî êrîşî ser Rêberê Gelan Ocalan dikin.

Dema mirov rastiya berxwedana Rêberê Gelan Ocalan fêm dike, rastiya erîşên pergala rizyayî ya kapîtlist baştir dibîne. Her çiqasî rastiyeke wisa heye jî dijderketina li dijî îşkencexaneya Îmraliyê bi qasî ku tê xwestin pêk nayê. Divê em herkes vê yekê ji xwe bipirsin. Berxwedana Rêberê Gelan Ocalan ji bo azadiya mirovahiyê ye. Divê em jî li gorî vê berxwedanê têkevin nava liv û tevgerê. Ya herî rast divê herkesekê/î ji me bibe hêzeke vê berxwedanê. Wê demê ne tenê em ê azad bijîn, em ê tola hezaran salan ji vê pergala rizyayî hilîninin.

Ji bo vê jî paradîgmaya neteweya demokratîk heye û ya herî girîng jî ji bo avakirina wê hêzeke wekî PKK heye. Ji bo ev bigihêjin armanca xwe beriya her tiştî divê em Rêberê Gelan Ocalan di aliyê fîzîkî de ji îşkencexaneya Îmraliyê derxînin.

Wê demê em ê bi Rêberê Azad re azad bijîn.

Nûçeyên Têkildar