Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Rêberê Gelê ku dê tevkariyeke mezin li aştiyê bike

Prof. Dr. Fatma Gok diyar kir ku rêya demokratîkbûyîna welêt bi çareserkirina meseleya kurd pêkan e û wiha got: "Ez wisa difikirim ku Abdullah Ocalan dê tevkariyeke pir mezin li aştiyê bike."

Siyasetmedar, rojnameger, rewşenbîr û hunermend jî di nav de 78 kesan ji bo meseleya kurd bi awayekî demokratîk û aştiyane bê çareserkirin di 28’ê cotmehê de li hev kom bûn û deklarasyona bi sernavê “Banga Aştiyê” ragihandin. Di deklarasyonê de banga ji bo bidawîbûna tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û bi awayekî demokratîk çareserkirina meseleya kurd hat kirin. Ji îmzevanên deklarasyonê Prof. Dr. Fatma Gok, xebatên deklarasyonê nirxand.

Gok bilêv kir ku meseleya kurd ku hê jî nehatiye çareserkirin bandorê li hemû gelan dike û got: “Meseleya kurd, tenê ne meseleya Kurdistanê ye. Ev kengî bibe meseleya me, em ê wê gavê karibin pêşve biçin. Divê em hemû li ser vê meseleyê hûr bibin.”

Gok destnîşan kir ku demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bi çareserkirina meseleya kurdan pêkan e û wiha got: “A rast me ev pêvajo dît. Siyaseta kurdan ji bo çareserkirina vê meseleyê û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê gelekî hewl da, lê belê hat astengkirin.”

Gok bilêv kir ku di çareserkirina meseleya kurdan de aktorê herî girîng Rêberê GelanAbdullah Ocalan e û wiha pêde çû: “Ez wiha difikirim ku dê Ocalan ku kurd wî wekî rêberê xwe dibînin tevkariyeke pir mezin li aştiyê bike. Helbet gava dewletê dest ji polîtîkaya aştiyê berda û şer esas girt, ev tevkariya Ocalan jî ji holê rabû. Bi ya min divê Ocalan jî di nava vê pêvajoya hatiye destpêkirin de hebe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar