Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Recebê kîmyewî

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Di vê serdema herî dawî de ev gotin bi piranî ji bo Seddam û hinek hevalên wî dihate bikaranîn.

Belê wisa diyar e, vî navê bêxêr û bêoxir niha R.T.Erdogan hildaye ser xwe û edî ew ê bi vî navî biçe sergoyê dîrokê.

Ji ber sûcê bi giştî kiribû û bi taybetî jî yê li ser gelê me yê Helebçeyê çi hat serê Seddamê kîmyewî û cezayê vî sûcê mirovahî çawa kişand tê zanîn.

Mirov dikare mînaka Qesabê Balkanan Slobodan Miloşeviç bide. Ew jî di heman serdema Seddam de, ji ber sûcên li dijî mirovahiyê; qirkirin û jenosidên li Xirvatistanê, Bosna û Kosovayê kiribûn, hat girtin, ji bo darizandinê birin Laheya Hollandayê û li zindana wir bi rengekî gûmanbar mir.

Ger ku gunehê van û R.T.Erdogan were berhevdû, ew ê ji yên Seddam û Miloşeviç ne kêmtîr be, dibe ku gelek zêdetir be jî.

Jixwe gunehê Kenan Evren ê faşîst û yê Miloşeviç li gel ê R.T.Erdogan kêmtir dimînin. Van her du faşîstan jî, hemû şêwazên gemar û bê exlaqî yên li dijî mirovahiyê bi kar anîne û gelek kiryarên komkujî, jenosîd û qirkirinê pêk anîne, lê me ne bihîstiye ku çekên kîmyewî bi kar anîne. Lewma mirov dikare bêje R.Erdogan ji van zêdetir dijminê mirovahî û xwezayê ye.

Ev jî ne gelek tiştekî matmayî ye, ji ber ku ev kes, sedsaleke piştî wan derketiye ser dika faşîzmê û hemû şêwaz û amûrên faşîstên berî xwe jî, weke mînak û weke reberê xwe dibîne û daye ser şopa wan. Jixwe tê zanîn ku pesindariya Hitler aşkera dikir.

Mînakên vî kesî yên ji yên berî xwe zêdetir gelek in. Dijberî û dijminatiya wî ya asarên dîrokî, xwezayê û ya herî girîngtir jî ya jinan e.

Em bînin bîra xwe dema êdî li hember têkoşîna Tevgera Azadiyê û gelê Kurdistanê tengav bû aşkera û bi dengê bilind got “zarok be jî, jin be jî, kî dibe bila bibeû hwd. teqsîr nake û ji xwe re weke armanc destnîşan kir. Piştî van daxuyaniyên wî, êrîşên li ser zarokan û jinan bi xurtî kete rojeva wan;  Ceylan Onkol, Dayika Taybet, Hevrîn Xelef  û hema bi tenê li gorî yek raporek saziya lêkolînê, di serdema desthilatiya AKP’ê de, herî kêm 7 hezar û 500 jin hatine kuştin.

Tenê di 15 salên dawî de 197.960 bûyerên tacîza zayendî pêk hatiye û ewqas dosya derbasî dadgeriyê bûne.

Ji aliyê dijberiya jinan ve, li cîhanê navê rêxistinên herî dijwar DAIŞ, Talîban û hwd. tên zanîn. Dewleta li gel van rêxistinên dijminê jinan û mirovahiyê, têkiliyên wê xurt e û niha jî her dewam dike dewleta R.T.Erdogan e.

Mînaka herî dawî yê van têkiliyan, dewleta yekemîn Tirkeye ye ku wezirê wê yê derve Çavuşoglu, Talîban fermî vexwendî Enqereyê û li hev rûniştin. Ev hevalbendiya wan ne tiştekî ecêb e, ji ber zihniyeta wan yek e, ma R.Erdogan negot ‘baweriya me û Talîbanê weke hev e!’

Ne tenê li Kurdistanê, va ye mînakek ji êrîşên dewleta R.Erdogan a li derve; li Parîsê; komkujiya her sê jinên têkoşer ên Kurdistanê: Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez. Serokê berê yê arteşa tirk Îsmaîl Hakki Pekîn, li xwe mukurhatina vê komkujiyê bi tenê ranewestiya, aşkera radigihand ku ‘divê dewleta tirk heman şêwazên komkujiyan li her deverê pêk bîne!’

Karê qirêj ên dijî mirovahiyê yên R.Erdogan û koma wî, ewqas zêde bûne, hejmara wan, di goterekê û pirtukekê de hilnayê. Êdî pêşeng û şampiyonê faşîzm û kîmyabarana vê sedsala 21’ê bi dest xistiye R.T.Erdogan. Her wiha şampiyonê dijminkariya jinan û xwezayê ye jî.

Lewma divê dijberiyek berfireh, hem li Kurdistanê û hem jî di asta cîhanê de kar û xebat jê re were kirin, da ku pêşî li vê malxerabî û kambaxiya sedsalê were girtin.

Jixwe li welat Tevgera Azadiyê û bi giştî gelê Kurdistanê têkoşînek lehengî û dijwar dide meşandin li dijî faşîzma dewleta R.Erdogan.

Her wiha tê ditîn ku Tevgera Jinên Kurd a Azad li Ewropayê (TJK-E), kampanyayek bi navê ‘Ji Bo Darizandina Dîktator 100 Sedem’, ji bo serokomarê AKP’yî R.T.Erdogan were darizandin, li Cenevreya bajarê Swisreyê daye destpêkirin.

Ev pêngavek girîng, watedar û pîroz e. Divê ev pengava TJK-E’yê ji pir alî ve were destekkirin û ev pêngav were berfirehkirin.

Her wiha divê ev pêngav û hewldana hêja xwe bigihîne; di serî de NY û saziyên peywendîdar weke OPCW û  hwd. hemûyan. Ji bo bi lezgînî ev êrîşên kîmyabaranê werin astengkirin, divê her kes çi dikeve ser milê wan bide xebitandin, xemsariya nekin. Encex bi xebat û lebatek wisa xurt û berfireh, ev êrîşên dijî mirovahiyê yên dîktator û faşîst R.Erdogan were rawestandin.

Nûçeyên Têkildar