Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Recepvîrûs

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Min bala xwe da vê virûsa koronayê û R.T. Erdogan, di encama karê wan de, min ti ferq û cudahî nedît di navbêna kar û zîhniyeta wan de. Lewma mirov li şûna korona dikare Receb jî binivîsîne: Recebvîrûs!

Her du vîrûs jî karê wan kuştina mirova ne. Bi tenê eger cudahiyek hebe dibe ku ev be; korona bi dizî (nehînî) dikuje mirovan, Receb aşkera dikuje, yan jî him aşkera û him dizî dikuje Receb. Ji xwe eger ji vê hêlê ve mirov lê binêre, Recebvîrûs, ji coronavîrûs xerabtir û xetertir e.

Dibe ku hinek li dijî vê dîtinê derkevin, îtîraz bike û bêje “Na xêr, Recebvîrûs bi tenê kurdan dikuje, dijminê kurda ye yan jî li gel kurdan dijminatiya ermen û asur-suryan û ruma jî dike.” Dikarin hinekên din jî lê zêde bikin û bêjin “Ji derveyî nijadperestiya tirkîtiyê û misilmantiya henefîtiyê, li gel kurdan dijminatiya hemû nijadên din û baweriyê din jî dike; bi taybetî jî bi rêzê: dijminatiya êzdîtiye, elewîtiyê, xiristiyaniyê û hwd. dike.”

Ji bilî van îtîrazan, ez bawer dikim ti kes li dijî vê dîtina min dernakeve. Bi gotineke din; ez bawer nakim ku kes bêje “Receb ne kujer e, ne qirker e, ne dagirker e, ne dijî jinê ye (Eha biborin ev jî mijareke gelek girîng û felsefî û bîrdozî bû, hema hema mabû ku min jibîr kiribûya!), ne li dijî netew û baweriyên bindest e, ne derewîn e, ne sixtekar e û hwd?

Hela em cînayet û qirkirinên wî yên di van 18-19 salan de kirine, bidin rexekê, hema di van çend rojên dawî yên coronavîrûsê de, ka em bala xwe bidinê gelo bi çi mijûl e û çi dike yan dixwaze hîn çi bike?

Hemû cîhan, hemû mirovahî ketiye derdê xwe û parastina ji nexweşî û êrîşa vîrûsa koronayê, ketiyê derdê jiyanê çawa rizgar bike ji vê belayê, lê qatil-qirker-kujer Receb bi çi mijûle, li ser çi planan çê dike?

Eha li ber çava ye, erê ew jî têra xwe ditirse ji vê vîrûsa koronayê û diviya ew jî weke dinya-alêmê, herî kêm ji bo welatê xwe li çareya parastina ji vê belayê bigeriya, lê mixabin li şûne vê, hemû kar û barê xwe, her dîsa weke berê li dijî qirkirina kurd û Kurdistanê dide xebitandin. Êrîşkariyên xwe yên li hundir û yên li ser her çar parçeyên Kurdistanê bê navber dide meşandin.

Bi giranî wehşeta xwe ya li ser Rojava bi giştî û bi taybetî jî li ser Efrînê, Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên derdora wan, bi her şêwe kiryarên qirêj, gemar, dij mirovahî, bê navber, bi şev û roj dide meşandin.

Ji xwe berê jî dinyaya ku em di zanin, li hemberî vî zalimî, vî qirker û dagirkerî, li hember vî vîrûsa ji koronayê xerabtir bêdeng bû, heta piraniya wan li gel wî bûn. Îro jî weke ku bêje “Em bi xwe daketine, em li hemberî coronavîrûsê li çareyê digerin û hwd.” dîsa bêdengiya xwe her dewaam dikin.

Weke berê jî min di çend nivîsên xwe de gotibû, ev kes bûye serokê faşîst ê sedsala 21’ê û ew ê wisa derbasî dîroka faşîzmê bibe. Receb, berdawama faşîstên sedsala 20’ê Hîtler, Mussolînî, Franko û Pinochet ê!

Li ser vê coronavîrûsê gelek gotin û dîtin hene. Lê bi giranî du nêrîn derdikevin pêş: 1- Bi zanebûn ji aliyê DYA an hinek dewletên mezin ên hegemon ên cîhanî ve hatiye çêkirin. 2- Ji aliyê xwezayê ve çêbû, ji ber ku bi xwezayê gelek hat lîstin, lewma xweza me ceza dike!

Her çi dibe bila bibe, ev virûs li ser mirovahiyê bi giştî bûye xeter û divê jibo parastinê her kes ji aliyê xwe ve hewl bide. Erê hinek dewlet, eger wan kiribe yan nekiribin jî, dixwazin vêna ji bo berjewendiyên dewletên xwe bikin derfet û jê sûd bigrin. Di nava van dewletan de yek jê jî dewleta Receb e!

Weke min li jor qal kir, Receb ji hemûyan ê herî xerabtir e. Ji ber ku piraniya dewletan (Her armancên wan ên bingehîn ên dewletî çi dibe bila bibe), moralê didin gel, ji her alîkariyê re amadekariyên xwe didin nîşan dan lê Recebvîrûs çi planê dike û dide meşandin?

Li şûna ew alîkariya madî-malî, manewî-derûnî bide civakê, bide gelê xwe, berovajî, bi navê xêrxwaziyê û heta zekatê jî û hwd. hîn jî dixwazî ew ji gel pereyan bistîne, gel bişêlîn e. Bi vî navî kampanyaya alîkariyê jî da destpêkirin.

Li aliyê din weke ku hatiya gotin, hinek dewlet dixwazin zîndaniyên xwe azad bikin, Receb jî bi heman navî lê naverok cuda ye. Hewl dide ku hemû kesên mafya, diz, kujer, faşîst, kevneperest hemûyan ji zindanan derxîne. Jixwe ji van kesên ku li derve bûn hemû anîne cem xwe, niha jî bi vê gavê; Receb û Bahçelî dixwazin ên li zindanêne jî bikişînin cem xwe û bêgûman bi vê pêngavê dixwazin kuştin û qirkirinê hîn zêdetir bikin.

Wisa diyar e, eger cîhan li dijî vîrûseke koronayê şer bike, êm divê li hemberî 2 vîrûsên koronayê şer bikin. Him coronavîrûsê û hem jî Recebvîrûsê şer bikin.

Eger em bi hişmendiyeke xurt û li gel rayagiştî cîhanê-rêxistinên tenduristî û bi giştî yên sivîl ên cîhanê, koordînasyoneke navneteweyî pêk bînin, em ê karibin her 2 vîrûsan jî birûxînin, karibin pişta wan bixin erdê û mirovahiyê ji vê belayê rizgar bikin. Ji bo vê, bi tenê ruhê berxwedêr lazim e!

Nûçeyên Têkildar