Nivîsa Laleş Rênas a li ser şehîd Rêdûr di ANF’ê hatiye weşandin bi we re parve dikin:
Rêdûr mehekê li ber xwe da. Soza ku da hevrêyên xwe, soza dilsoziya bi nirxên azadiyê re dubare kir. Tevî ku xwêdan ji eniya wî, xwîn ji bedena wî diherikî, şer kir.
Gerîla Rêdûr xwe di oxira berxwedanê de feda kir û nûnertiya ruhê Apoyî kir. Bi bereketa baweriyê, rêwîtiya bi îrade, bi rêwiyê rêya dûr Rêdûr diyar dibe. Berxwedana wî pratîka sozekê bû.
Ewladê gelekî ku li ber mêtingeriyê rabû. Di germa havînê de du dîmen û dengek li nûçeyan tê weşandin. Bal diçe ser dengê gerîlayê li çiyayên Bakur şer dike. Çend Kobra li ser hev li ezmanê Bedlîs/Xîzanê digerin. Leşkerên tirk tevî ku zanîbûn bi ser nakevin, dor pêça bûn. Lehengek li pişt darekê berê xwe dabû Sîpanê, berê xwe dabû çiyayê Nemrûdê. Dengek bilind dibe, leşker hemû li derdorê digerin, kes nizane ku deng ji kku hatiye. Bi qîrîniyekê dengê ‘Ey gelê min ez ji we re welatekî dihêlim’ diçe guhê gel.
Gelo ya ku di şexsê Rêdûr de ev berxwedan gihand çiyayên Bakur çi bû? Tevî ku zanî bû ew bi tenê ye, bû mîna artêşekê. Ya ku ev wêrekî da wî çi bû?
Guven Ozcan (Rêdûr Sîser) li navçeya Norşînê ya Bedlîsê li gundê Zirneyê ji dayik bû. Bi keda dayik û bavekî dilsozê xaka xwe navê ‘Guven’ baweriyê lê tê kirin û bi vî rengî mezin dibe.
Zarokatiya xwe bi naskirina xwezayê derbas bû. Hevalên wî yên destpêkê mihî û bizin bû ku jê re şivantî kir. Zarokatiya xwe bi guhdarîkirinê, bi rûkenî, bi dilnizmî derbas bû. Ji xwezayê hîn bû, her ku hîn bû xwe jî nas kir.
Piştî ku hinekî din mezin bû, ji bo tevkariyê li malbata xwe bike li karên înşaetê xebitî. Mîna gelek ciwanên Kurd li bajarên welatê ku qet nas nedikir, karê înşaetê kir. Ked nas kir, xurt bû. Deng û zimanê ku li bajêr dibihîst ji wî re biyanî bû, zimanê wî qedexe bû, rengê wî nedişibiya xaka ku lê bû. Dengê ku dibihîst dengê gelê wî nebû. Biyanî bû. Her ku lê dipirsî li gundê xwe, li xaka xwe vedigeriya.
Di bihara 2011’an de gerîla nas kir. Dengê ku lê digeriya ev bû, gotinên ku dixwest lê guhedarî bike ev bû, zemîna ku zanîbû hebûna wî li ser e, jiyana ku qalê dikir ev bû. Paşeroja xwe di nava çavên gerîla de dît, di çek, sekn û exlaqê gerîla de dît. Da dû wan, ji bo azadiyê da pey gerîla. Her ku hîn bû jê hez kir, her ku jê hez kir pê ve hate girêdan, her ku pê ve hate girêdan jî baweriya xwe bi şarezebûnê anî.
Guven Ozcan li dijî dagirkeriyê, bi baweriya şerê mafdar ê gerîla di sala 2015’an de berê xwe da çiyê. Çiya ji bo wî biyanî nebû. Li Garzanê tevlî nava jiyana gerîla bû. Li vê derê hînî şervaniyê bû. Rehên wî yên esîl xurt bûn. Û soz da ku wê dilsozê jiyahnê be, di rêya ronahî ya azadiyê de wê li warê PKK’ê xwe ava bike. Navê xwe jî kir rastiya rêwîtiya xwe: Rêdûr Sîser.
Di dest de keleş, li bejna wî jî rext hebû. Bi rastiay kincê esîl dest bi jiyanê kir. Hînî rêbaza gerîla bû. Ji bo xwe ji berxwedanê re amade bike, baş zanibû ku divê dijmin nas bike. Ji bo demdirêj be zanîbû ku divê rastiya xiyanetê û rastiya berxwedanê ya welatê xwe baş nas bike. Hînî şertê şervaniyê bûbû.
Rêdûr Sîser li dijî dijminên ku dixwazin gel û welatê wî tune bike, li ser şêweyê berxwedanê biryar dabû. Bi soza xwe çarmix da ser pişta xwe û di sala 2021’ê de li xaka Garzanê vegeriya. Rêdûr vê carê ne zarokek bû. Dilê wî bi felsefeya Rêbertî tijî bûbû.
Bi meşeke ku coşa di dilê wî de her gavê zêde bû, soza hilanîna tolê da û ber bi çiyayên Bakurê Kurdistanê ve meşiya. Berê xwe dabû armanca xwe. Di Tîrmehê de artêşa tirk a dagirker ku dijminê Kurdên bi rûmet e bi operasyonekê berê xwe da Bedlîs/Xîzanê. Vê operasyona dagirkeriyê sozên Rêdûr careke din anî bîra wî. Artêşa tirk a dagirker da pey Rêdûr. leşkerên faşîst ên artêşa tirk ku haya xwe ji lehengiyê nîne, li qadê belav bûn. Leşker li gulebaranê rast hatin ku nizanîbûn ji ku derê bi ser wan ve têne reşandin. Şer ne hêsan bû, ne hêsan bû ku li hemberî Rêdûr şer bikin. Gerîla Rêdûr her dagirkerê ku nêzî wî bû li binê axê xist. Rêdûr birîndar bû, kefiya li serê wî êdî sor bûbû û jê re hevrêtî dikir.
Rêdûr mehekê li ber xwe da, 26 rojan li ber xwe da, hezar û pêncsed û şêst deqeyan li ber xwe da. Bi hezaran kêliyan li pey hev soza ku dabû hevrêyên xwe, soza ku dabû nirxên azadiyê dubare kir. Xwêdan ji eniya wî, xwîn ji bedena wî diherikî û şer dewam kir. Fîşekên xwe yek bi yek jimart. Rextê xwe yê di nava xwînê de mabû derxist û piştî ku nefesek da, şarjorên xwe bi ser xayin û dagirkeran ve vala kir.
Di 30’ê tîrmehê de gihîşt asta şehadetê, weke xetekê cihê xwe di dîroka şoreşê ya gelê xwe de girt ku azadî mafê vî gelî ye.