Berpirsyarê Têkiliyên Giştî yê HSD’ê Rêdûr Xelîl da zanîn ku ji 18’ê mehê heya niha dewleta tirk 37 caran agirbest binpê kiriye
Berpirsyarê Têkiliyên Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Rêdûr Xelîl têkildarî binpêkirinên dewleta tirk a agirbesta di navbera hêzên wan û dewleta tirk a bi navbeynkariya DYA’yê pêk hatî de agahî dan.
Aldar Xelîl diyar kir ku li gorî daneyên di destê wan de dewleta tirk ji roja 18’ê mehê heta niha 10 jê êrîşên hewayî bi giştî 37 êrîş pêk anîn û agirbest binpê kir. Li gorî daneyên Xelîl binpêkirinên dewleta tirk wiha ne:
Roja 18 cotmehê 2019
Êrîşên bejahî: 7
Êrîşên hewayî: 5
Êrîşên topbaranê: 4
Şehîdên HSD’ê: 9
Birîndarên HSD’ê: 41
19‘ê Cotmeha 2019
Êrîşên bejahî: 3
Êrîşên hewayî: 2
Êrîşên topbaranê: 3
Şehîdên HSD’ê: 17
Birîndarên HSD’ê: 25
20‘ê Cotmeha 2019
Êrîşên bejahî: 2
Êrîşên hewayî: 1
Êrîşên topbaranê: 4
Şehîdên HSD’ê: 16
Birîndarên HSD’ê: 3
21‘ Cotmeha 2019
Êrîşên bejahî: 1
Êrîşên hewayî: 2
Êrîşên topbaranê: 3
Şehîdên HSD’ê: 15
Birîndarên HSD’ê: 21