PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Rêdûr Xelîl: Gumanên me hene ku dewleta tirk çekên kîmyewî bi kar tîne

Bijîşkê Nexweşxaneya Gel a Hesekê Faris Hemo da zanîn ku gumana wan heye ku dewleta tirk li Serêkaniyê çekên kîmyewî bi kar tîne. Berpirsê Têkiliyên Giştî yê HSD’ê Rêdûr Xelîl jî diyar kir ku dewleta tirk a ku li Serêkaniyê derbên giran dixwe asta hovîtiya xwe zêde dike û li ser laşê gelek birîndaran birînên cuda çêbûne û ev jî gumana bikaranîna çekên kîmyewî çê dike

Hêzên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê ji 9’ê cotmehê saet 16.00’an heta niha li dijî rojavayê Kurdistanê êrîşeke qirkirinê dimeşînin. Hêzên dagirker ên ku nikarin xwe li ber berxwedana şervanan bigirin, bi hedefgirtina qadên sivîlan re xwestin encamê bigirin.

Di encama êrîşên dewleta tirk de gelek sivîl birîndar bûn. Têkildarî rewşa birîndaran bijîşkê Nexweşxaneya Gel a Hesekê Faris Hemo axivî û wiha got: “Em rojan e bi dehan birîndarên di êrîşan de birîndar bûn derman dikin. Hemû çekên giran tên bikaranîn. Di rewşa birîndariyê ya welatiyan de ev yek diyar dibe. Birîna birîndaran ji ber parçeyên topan hatine şewitandin. Lê îro hin rewşên şewatên cuda derketin. Em tam nizanin ji ber çiye lê em bawer dikin ku dewleta tirk çekên li ser asta navneteweyî hatine qedexekirin anku çekên kîmyewî bi kar tîne.”

‘Bi qasî ku derbê dixwin har dibin’

Der barê mijarê de Berpirsê Têkiliyên Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Rêdûr Xelîl jî axivî û wiha got: “Piştî 8 rojan ji êrîşên Tirkiyeyê ku hemû derfetên xwe yên leşkerî û teknîkî ji bo dagirkirina bajarê biçûk ê Serêkaniyê bi kar anî lê tevî vê yekê jî artêş û komên wê yên cîhadîst derbên giran xwarin, asta hovîtiya wê di du rojên dawî de bilind bû. Di vê çarçoveyê de bênavber êrîşên hawayî û obusan bi kar tîne.”

Gumanên çekên kîmyewî

Bi berdewamî jî Xelîl ev tişt anî ziman: “Gumanên me hene ku çekên têne bi karanîn ne normal, bandora vê yekê li ser laşê birîndaran xuya dike. Ez bang li sazî û rêxistinên têkildar dikim ku vê rewşê lêkolîn bikin da ku rastî piştrast bibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar