Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rêdûr Xelîl: Ji bo me şerê man û nemanê ye

Berpirsê Têkiliyên Giştî yên HSD’ê Rêdûr Xelîl da zanîn ku di êrîşên dewleta tirk de heta niha 45 şervanên wan şehîd bûn û 200 sivîl jî şehîd û birîndar bûn. Xelîl da zanîn ku dema rewş guherî êdî dê berpirsyariya çeteyên DAIŞ’ê li ser milê wan nebe. Xelîl bi lêv kir ku dema êrîşê dewleta tirk diyar kir lê dê dawiya we şer nekare diyar bike

Berpirsê Têkiliyên Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Rêdûr Xelîl têkildarî êrîşên qirkirinê yên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser rojavayê Kurdistanê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Di daxuyaniyê de Xelîl anî ziman ku wan hemû erkên xwe yên li hemberî cîhanê pêk anîn û hemû hevpeyman bi cih anîn. Xelîl diyar kir ku lê daxuyaniyên ku ji aliyê civaka navneteweyî ve têne dayîn, êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê narewestînin û wiha domand: “Em îro li hemberî du eniyan rû bi rû ne. Ya yekêmîn êrîşên dewleta tirk û ya duyemîn jî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ye.”

Şehîd û birîndar

Xelîl bi lêv kir ku tiştê ku dagirkeriya tirk ji kuştina sivîlan dike sûce û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê parastina gelê xwe bidomînin. Di encama êrîşên dewleta tirk a dagirker de heta niha 45 şervanên me şehîd bûn û zêdetirî 200 sivîl şehîd û birîndar bûn.”

‘Qada hewayî bigirin’

Ji ber helwesta wan a li dijî dagirkeriyê, Xelîl spasiya dewletên ereban û dewletên ewropî kir. Xelîl da zanîn ku ji bo rawestandina êrîşan heta niha hêzên koalîsyonê tu gav neavêtine û wiha pê de çû: “Em nabêjin bila bên li cem li eniyên pêş ên şer têbikoşin û bimirin. Tenê bila qada hewayî bigirin bes e. Vê yekê jî dikarin bi hêsanî bikin.”

Rewşa çeteyên DAIŞ’ê

Xelîl daxuyand ku niha bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê di zindanên wan de hene û wiha derbirî: “Îro dewleta tirk dixwaze hemû bakur û rojhilatê Sûriyeyê dagir bike. Heta ku em dikarin em ê çeteyên DAIŞ’ê yên di zindanên me kontrol bikin. Lê ger ku rewş hate guhertin dê erka me ya sereke bibe parastina gelê me. Êdî ew mesele ne me, yên ku dê jê bibandor bibin eleqedar dike.”

Şer man û nemaye

Aldar Xelîl got ku dewleta tirk di 9’ê cotmeha 2019’an saet di 16.00’an de êrîşî rojavayê Kurdistanê kir û wiha bi dawî kir: “Belê rast e dema êrîşê dewleta tirk diyar kir. Lê divê bê zanîn ku dema bidawîbûna şer dê ew nekarin diyar bikin. Em ê heta dawiyê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin. Ev şer ji bo me şerê man û nemanê ye.” HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar