Berhem Letîf |
Li ser referandûma başûrê Kurdistanê re 4 sal derbas bûn. Kurdan ne tenê nîvê xaka başûrê Kurdistanê ji dest dan, belku îro li herêmên madeya 140 hewla tunekirina nasnameya kurd tê dayîn. Di encama referandûmê de statûya kurdan lawaz bû ku li qada siyasî ya Iraqê û herêmê de bandoriyek têrker nema.
Qonaxa ji 2014’an heta 2017’an di qada navneteweyî de ezmûnek nû bû ku ji bo kurdan vekirinek zêdetir çêkir û gelek destkeftiyên nû ji bo kurdan bi dest ketin ku bi salan bû ji bo hewldan dihate kirin. Lê referandûmê ne tenê xewna serxwebûnê û serkeftinan tune kir, bandorî li ser statûya kurdan jî kir. Bi awayekê îradeya gelê kurd şikand. Serkeftinên piştî xwe jî bandorî li ser hestên wê îradeyê nekir.
Di sala 2014’an û serdema şerê DAIŞ’ê de, hemû kurd bi taybet başûr û rojavayê Kurdistanê tûşî şerek giran bûn. Çeteyên DAŞ’ê hinek herêmên rojavayê Kurdistanê û piraniya herêmên madeya 140 yên li başûrê Kurdistanê dagir kir û heta paytexta Başûr Hewlêr jî ket metirsiyê.
Bi rizgarkirina Mexmûrê û piştre rizgarkirina Kobanê hêdî hêdî kurd bi hêz bûn û di encamê de Kobanê deriyek heta ku cîhan bi berxwedana kurdan bihese û ji bo kurdan piştgiriyek mezin peyda bike, vekir.
Heta sala 2017’an kurd karîn Kobanê, Şengalê û başûrê Kerkûkê, Gulale, Başîka, Tebqa, Minbic, Sirîn û hinek navçeyên din ji destê DAIŞ’ê rizgar bikin û serkeftinên mezin bi dest bixin. Kurd karîn Kerkûk û tevahiya herêmên madeya 140 careke din bi dest bixin.
Destpêka şikestinê: Biryara referandûmê
Roja 7’ê hezîrana 2017’an nûnerên hejmarek hizb û aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesûd Barzanî ku wê demê Serokê Herêma Kurdistanê bû, civiyan û ji bo serxwebûna Kurdistanê biryar dan ku roja 25’ê Îlona 2018’an biçin referandûmê.
Di demek nêzîk de bû sedema bertekên navxweyî , herêmî û navneteweyî. Li ser asta navneteweyî hinek aliyên weke Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) biryara boykotê dan û hinekan jî Tevgera ‘Niha Nexêr’ ragihandin.
Di heman demê de Iraq, Îran, Tirkiye û Sûriyeyê demildest dijberiya xwe ragihandin. Iraqê bi hemû awayî referandûm red kir. Îran û Tirkiye bi hevbeşiya li gel Iraqê gefa girtina sînor û balafirgehên li Herêma Kurdistanê kirin. Her wiha li ser sînorê başûrê Kurdistanê tatbîqata leşkerî kirin.
Li ser asta cîhanê jî Amerîka, Ewropa û Rûsyayê dijberiya xwe ya li hemberî referandûmê anîn ziman. Di sala 2018’an de Hevserokê Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahor Şêx Cengî di hevpeyvînek li gel Ajansa ANF’ê de helwesta Amerîkayê ya li ser referandûmê aşkera kir û wiha got: “Desthilatdarên Herêma Kurdistanê helwesta Amerîkayê ji xelkê veşartin. Berpirsên Amerîkayê li gel me civiyan û ji me re gotin, yekparçeyiya xaka Iraqê di vê demê de ji bo me girîng e. Niha şerê li dijî DAIŞ’ê dikin. Eger di nava salekê de mafên we yên destûrî neyên dayîn û pirsgirêkên we neyên çaresekirin, wê demê referandûmê bikin û em ê jî piştgiriyê bidin.”
Berpirs û biryarderên referandûma Herêma Kurdistanê ev pêşniyara Amerîkayê red kirin û roja 15’ê Îlona 2017’an; ango 10 roj ji berî dema pêkanîna referandûmê, Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî israrbûna xwe ya li ser referandûmê dubare kir û wiha got: “Em ê referandûmê bikin û em ê hesabê ji bo raya yek kesî jî nakin.”
Roja pêkanîna referandûmê
Di 25’ê Îlona 2017’an de li seranserî Herêma Kurdistanê ji derveyî Şengalê li herêmên madeya 140 referandûm pêk hat. Piştre encama referandûmê hate parvekirin û ji sedê 92. 72 ji serxwebûnê re gotin ‘Erê’ û ji sedê 7.27 jî gotin ‘Na’.
Wê demê Serokdewletê Tirkiyeyê Receb Tayib Erdogan hîsabî Mesûd Barzanî kir û got: “Hûn çi ne? We çi heye? Hûn ê çawa dewletê ava bikin? Kê tu xistî li ser vê bîr û firkî? Eger em ambargoyê danîn li ser we, tiştek we nebe xwîn û li ber xwe bikin.”
Piştî 4 rojên referandûmê dorpêça li ser Herêma Kurdistanê destpê kir. Balafirgehên Herêma Kurdistanê hatin girtin û liv û tevgera bazirganî li deriyên sînor hatin kêmkirin. Îran, Iraq û Tirkiyeyê ji her alî ve gef li Herêma Kurdistanê xwarin.
Ji berî referandûmê hikûmeta Iraqê gelek hewldan kir ku li herêmên madeya 140 (Herêmen bi nakok an jî herêmên kurdan ên di destê Iraqê de ne) referandûm neyê kirin lê berpirsên Herêma Kurdistanê bi israr bûn ku li wan herêman referandûmê bikin. Piştî referandûmê hikûmeta wê demê ya Iraqê daxwaz ji Herêma Kurdistanê kir ku pêşmergeyan ji wan herêman vekişîne û radestî artêşa Iraqê bikin.
Vê yekê Hewlêr tengezar kirîbû. Piştî çend civîn û danûstandinan, dema 48 saetan dan Hewlêrê, da ku hêza xwe ji tevahiya herêmên madeya 140 vekişîne. Di 15’ê Îlonê de dema 48 saetan bi dawî bû. Hewlêrê daxwaza dirêjkirina demê kir ku rêveberiya siyasî ya kurd rewşê binirxîne.
Di wê rojê de PDK û YNK li navçeya Dukan a Silêmaniyê li ser asta bilind civiyan lê negihîştin tu encamekê. Hevserokê Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafir Talebanî di dawiya sala 2020’an de li hevpeyvînekê de naveroka civîna Dukan aşkera kir û wiha got: “Belgeyek di destê me de bû, li gorî wê belgeyê dixwestin artêşa Iraqê vegere li Baregeha Leşkerî ya K1 a Kerkûkê. Di civînê de me ev pêşniyar nîqaş kir lê ne bi dilê biraderan bû.”
Di 16’ê Cotmehê de hêzên Iraqê li Kerkûkê zenga êrîşan lê da
Di saetên sibeha 16’ê Cotmeha 2017’an de artêşa Iraq û hêzên Heşdî Şebî êrîşî Kerkûk, Xurmatu, Daqoq û Hewîce kirin. Li ser van êrîşan hêzên pêşmergeyan li ser fermana berpirsyaran ji herêmê vekişiyan.
Hêzên pêşmergeyan li bakur-rojhilatê Kerkûkê heta bajaroka Qerehencîr, li bakurê Kerkûkê jî heta bajaroka Teq Teq vekişiyan. Li sînorê bajaroka Xurmatû jî hêzên pêşmerge vegeriyan bajaroka Zinane.
Ji ber van êrîşan bi hezaran welatiyên ku li herêmên bi nakok dijîn, ji neçarî careke din koçber bûn.
Piştî bûyerên 16’ê Cotmehê hêzên pêşmerge xwe ji van hemû herêman bi paşde kişandin ku dike ji sedî 51’ê xaka başûrê Kurdistanê. Ji bilî Kerkûkê heşt navçe û 21 bajarok di nava vê xaka hatî ji destdan de hebûn. Her wiha piraniya bîrên petrolê ketin destê artêşa Iraqê.
Rojek piştî 16’ê Cotmehê Sedî Ehmed Pîre ku wê demê berdevkê fermî yê Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) bû, di civîna çapemeniyê de gihand ku Fermandarê Sûpay Quds yê Îranî Qasim Silêmanî û Musteşarê Giştî yê MÎT’a tirk Hakan Fîdan beşdarî operasyona dagirkirina bajarê Kerkûkê bûne.
4 sal piştî referandûmê
Bi awayek giştî referandûmê kurd şikand. Li gorî çavdêrên siyasî, statûya kurdan ji referandûmê ve lawaz bû ku bandorî li ser qada siyasî ya Iraqê jî kir. Bi taybet di mijara pêkanîna hikûmeta sala 2018’an de. Pispor wiha dibêjin: “Berê avakirina hikûmeta Iraqê li Hewlêrê biryar li ser dihate dayîn, lê di sala 2018’an hewldana herî mezin a kurdan ji bo vê yekê bû beşdariyek rasteqîn di kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê de bikin bû.”
Piştî bûyerên 16’ê Comtehê, herêmên madeya 140 careke din ji destê kurdan derket. Heta niha hewldanên guhertina demografiya herêmê berdewam e. Li gorî daneyan ji sala 2017’an ve nêzî 600 hezar malbatên ereb anîne parêzgeha Kerkûkê.
Ji derveyî vê, tevî ku di bûdceya Iraqê ya 2021’an de para kurdan hatiye diyarkirin lê hîn Iraq neamadeya para başûrê Kurdistanê bişîne. Heta niha tenê 2 mehan 200 milyar dînar ji bo mûçeyên karmendan şandiye. Tu garantiyek nîne ka wê berdewam vî pereyî bişîne yan ne.
Piştî refandûmê û heta niha bi giştî aliyên kurd van pirsan dikin; ji ber çi rêveberiya siyasî ya Herêma Kurdistanê tevî hemû zext, gef û sozan jî li ser referandûmê bi israr bûn? Ku bi xwe jî îtîraf kirine ku armanca wê ne avakirina dewletê ye. Nêçîrvan Barzanî di roja refarendûmê de wiha got: “Referandûm ji bo vê yekê nîne ku sînorê serxwebûnê diyar bikin.” Pirsyar ev e, ger armanca referandûmê ne serxwebûn bû, ji bo çi nîvê xaka başûrê Kurdistanê, statûya kurd û çavkaniyên darayî kirin qurbaniyê referandûmê? Dibe pêşerojê zêdetir bersiva van pirsan zelal bibe. Çavkanî: Rojnews