Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Referandûma Başûr çi anî çi bir!

Awyer Botan

Beriya niha bi 5 salan di bin atmosferek qasî ku destkeftiyên mezin bi xwe re anîbû û di rewşekê de bû ku ji bo parastina wê têkoşîneke xurt dihate kirin, serokê PDK’ê Mesûd Barzanî kete ber hewayeke vala ku hê ew destkeftiyên Kurdistanê nehatîn piştrastkirin û garantîkirin; bi referandûmeke kemîn hemû destkeftiyên heyî di carekê de ji dest çû.

PDK’ê dît ku her diçe, mijara kurd û dîsa Kurdê têkoşer û taybet Tevgera Azadiya kurd li her derê tê nasîn û di dema xwe ya herî xurt û sempatiya wê li gel gelan zêdetir dibe, giha vê biryarê ku eger bi rengekê vê nede guherîn wê têk biçe. Ji bo wê bi zanabûn bi hestê gel ê netewî yê hesreta salan a azadî û serxwebûnê bikar anî. Dîsa atmosferek wisa bikar anî ku hemû hêzên kurdî yên Başûr bikişîne nava vê û bike parçeyek ji vê. Gelek alî ne li gel vê yekê bû, ji ber pêvajo ji bo vê ne destdayî bû û taybet rewşeke hê ne zelal û zemîn saxlem nebû. Lê PDK’ê wisa kir ku her kesê neyê vê yekê wê xiyanetkar û lenet bihata demxekirin. Ji bo vê gelek alî jî ber vê yekê xwe da ber û îro jî nikarin li ber vê yekê eşkere helwesta xwe bîne ziman.

Li Başûrê Kurdistanê ji sedî 51’ê xaka ku heta wê gavê weke madeya 140 dihate pênasekirin tim cihê nakokî û aloziyan bû, bi êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê re hatibûn dagirkirin û bi xwîna û têkoşîneke ya gerîla û pêşmergeyan hatibû rizgarkirin û madeya 140 temamî cara ewil bû piştî rejîma Baasê ketibû meryetê. Ev jî ji aliyekê ve dawî li vê mijarê hatibû. Xaka ku heta niha nakokî li ser hebû, êdî di destê kurdan de bû û yek alî bûbû. Lê bi vê biryara ku ne dem û ne jî navçe û welatên herêmê ji bo vê amade bû, kir ku ew destkeftî yekcar biçe.

Ji xwe aliyê din cîranên Kurdan hemû li dijî vê bû û Ewropa jî ne li gel vê yekê bû. Lê Barzanî û PDK’ê ya xwe israr kir û encamên heyî jî dizanî. Ev yek bi zanabûn û pilan kir, bikare li ser desthilatê û serwerî li herêmeke biçûk Zaxo, Dihok û Hewlêr bike.

Piştî vê me got, madeya 140 temamî kete destê Iraqê û nakokiyên berê dewam kir û hê jî dewam dike. Ev bû şikestineke yekem a piştî referandûmê. Li pey xwe malwêraniyek li parçeyên din anî…

Piştî referandûmê bi qasî 3 mehan çileya 2018’an li Efrînê êrîşên dagirkiriyê destpêkir, piştî berxwedaneke serdemê ya 58 rojan Efrîn hate dagirkirin. Dagirkirina Efrîn û pêkhatina referandûmê ji hev ne qûte, mirov nikare ji hev cuda bigire dest. Dewleta Tirk û cîranên wê bi wê hêz û hevkariya ji hinek aliyên kurd ku di serî de ENKS tê girt û bi wed û sazên li ser maseyan hatin dayîn, Efrîn hate dagirkirin.

Her wiha piştî wê dewam kir, cotmeha 2019’an êrîşên dagirkeriyê yên Serêkaniyê û Girê Spî destpê kir. Bi sedan sivîl, şervan û welatparêz bûn qûrbanî û hê jî dibin qûrbanî, hê jî dibin qûrbanî. Ev yek hemû di encama siyaseta PDK’ê ya referandûmê pêk hat. Her çû Kurdan derb xwar, destkeftiyên bi xwîn û têkoşîneke mezin hatin bidestxistin yek bi yek ji dest diçûn. PDK’ê vê dizanî û vê bi biryar û îrada xwe ev yek qebûl kir û da pêşiya xwe.

Niha jî ji ber wê nêzîkatiyê bi sedan, heta hezaran kes tên revandin, êşkencedan, dar û deviyên Kurdistanê tên qirkirin û wêrankirin. Bi hezaran ciwanên kurd derbederbûn, koçber bûn. Bi hezaran mal hatin wêrankirin û penaber bûn.

Her wiha li bakurê Kurdistanê jî bû sedema êrîşên herî dijwar ku gelek kes bûn qurbanî. Di encama vê siyaseta genî ku ne di berjewendiyên kurd de, tenê li ser berjewendiyên binemalî û hîzbayetî ku li qadeke teng bikare hikûm bike. Dîsa rê li pêşiya Tirkiye vekir ku piştî referandûmê bi dehan kêlometre bikeve xaka Başûrê Kurdistanê û dagirkariya xwe ji dar û berên Kurdistanê bigire heta qetilkirinê her tiştî dike.

Bi taybet van van sê çar salên dawî dewleta tirk a dagirker li xaka başûrê Kurdistanê dest bi êrîşên xwe yên herî dijwar kir. Ji Garê bigire heta Heftanîn, Avaşîn û Zapê êrîşên asta herî dijwar bi çekên qedexe, nûkleer taktîk, termoborîk û gekek madeyên din bikar anî. Dîsa bi dirêjahiya sedan kêlometre li bajarên cihê yên başûrê Kurdistanê bi dronên kujer mirovên welatparêz û şoreşger dikin hedef û qetil dikin.

Rojane dronên Tirkiye li ser esmanên herêma Başûrê Kurdistanê û Iraqê komkujiyan dike, serweriya xaka Iraqê û qanûnên mirovî û exlaqî yên herêmî û navneteweyî binpê dike. Destdirêjî karûbarên siyaseta herêmê dike û bûye yek ji fîgûrê têkdana aramî û ewlehiya Iraqê û herêma Kurdistanê.

Tevî van ewqas êrîşan jî eger ku Tirkiye nekariya başûrê Kurdistanê û beşeke mezin a Iraqê dagir neke, bi saya berxwedana gerîla ya li Zap, Avaşîn û Metîna yê ye. Bi ruheke fedayî pêşiya dewleta tirk a dagirker girtiye. Dewleta tirk a nekarî li ber gerîla pêş ve biçe, PDK ewqas ziyana bi referandûmê bes nebû, niha jî rêyan û bendan di bin ala başûrê Kurdistanê de ji bo dagirkeran çêdike.

PDK a bi israr bi referandûmê xwest destkeftiyên Kurdan biparêze û mayînde bike. Em dibînin ku ji derveyî windakirin û malwêraniyê tiştek din bi xwe re neaniye. Li vir pirsa yên dibêjin referandûm serketinek mezin bû bila li jor binêre bê ka çi serketin bi xwe re anî, çi windahî bi xwe re anî.

Bi kurt û kurmancî li kûderê destkeftiyeke kurdan hebe, li wir PDK derb lê dide û dixwaze bikeve bin xizmeta wê. Ji bo wê her cihê nekare bixe bin kontrolê, bi rengekî hevkarî bi dagirkeriyê re kiriye û ew hêz ji nav bûye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar