Bahçelî teslîmiyetê li kurdan ferz dike

Serokê Partiya nijadperest MHP Devlet Bahçelî bi gotina xwe ya li meclisê raste rast înkar û teslîmiyetê li gelê kurd ferz dike. Lê tevî...

Xwedî li xwebûna xwe derkeve

Geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin hemû welatên li herêmê ji nêz ve eleqedar dike. Hemû welat dixwazin beyî ku ji vî şerî zêde bandor...

Bahçelî teslîmiyetê li kurdan ferz dike

Serokê Partiya nijadperest MHP Devlet Bahçelî bi gotina xwe ya li meclisê raste rast înkar û teslîmiyetê li gelê kurd ferz dike. Lê tevî...

Xwedî li xwebûna xwe derkeve

Geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin hemû welatên li herêmê ji nêz ve eleqedar dike. Hemû welat dixwazin beyî ku ji vî şerî zêde bandor...
Perşembe - 17 Ekim 2024

Bahçelî teslîmiyetê li kurdan ferz dike

Serokê Partiya nijadperest MHP Devlet Bahçelî bi gotina xwe ya li meclisê raste rast înkar û teslîmiyetê li gelê kurd ferz dike. Lê tevî...

Xwedî li xwebûna xwe derkeve

Geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin hemû welatên li herêmê ji nêz ve eleqedar dike. Hemû welat dixwazin beyî ku ji vî şerî zêde bandor...

Refîq Xefûr: Kurd dikarin bêyî PDK’ê yekitiya xwe ava bikin

Endamê Desteya Rêveber ya KNK’ê Refîq Xefûr diyar kir ku Gelê kurd dikarin bêyî PDK'ê yekitiya xwe ava bikin û wiha got: “Ji bo me şermeke mezine ku çarenûsa gelekê zêdetirî 40 milyonî bi partiyeke siyasî ya ku piştgiriya dagirkeran dike ve girê bidin. Lewma bêyî PDK’ê jî kurd dikarin bibin yek û aliyên siyasî bi hev re kar bikin.”

Endamê Desteya Rêveber ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) Refîq Xefûr pirsên Rojnewsê yên li ser rewşa gelê kurd, Kurdistan, Rojhilata Navîn û hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê bersivand.

Niha tevayî Kurdistan û Rojhilata Navîn di qonaxeke metirsîdar û hestiyar re derbaz dibe û metirsiyên li ser her çar parçeyên Kurdistanê roj bi roj zêdetir dibin, KNK vê rewşê çawa dinirxîne?

Aşkere ye ku niha Rojhilata Navîn û Herêm di nava agirekê şer de ne. Şerê aborî, siyasî, leşkerî, dîplomatîk. Li herêmê şerekî mezin diqewime û Kurdistan jî di nava cergê vî agirî de ye. Ji ber vê yekê li gorî KNK’ê metirsî du alî ye; aliyê yekê yê metirsiyê li ser destkeftiyên welatiyên kurd yên her çar parçeyan heye. Ji bo hemwelatî û aliyên siyasî yên kurd jî derfetek mezin heye. aliyê din yê metirsiyê jî ewe ku dagirker û dijmin bi rêya xeta xiyaneta navxweyî hewl bidin destkeftiyên heta niha bi dest ketine têk bibin.

Hebûna krîzeke kûr di nava van dewletan bi xwe de heye. Eger welatî û aliyên siyasî yên Kurdistanê xwe baş amade bikin dikarin ji vê yekê sûd werbigirin û encamên baştir bidest bixin. Li herêmê şerekî nexwestî çêbibe jî, kurd dikarin wek firsendekê bikar bînin û li parçeyekî din ya Kurdistanê defaktoyeke din ava bikin. Lê mixabin ne aliyên siyasî û ne welatî bi giştî û ne jî civaka kurd bi giştî amade ne ku ji bo sûdwergirtina ji vê derfetê yekîtiya xwe çêbikin.

KNK’ê berê gelek civîn, konferans û komxebat lidar xistine lê PDK beşdar nebû. Di heman demê de çendîn alî û kesayet hebûn ku dixwestin kurd yekîtiya xwe ya neteweyî bêyî PDK’ê ava bikin, ji ber ku PDK naxwaze kurd bibin yek û naxwaze di vê yekitiyê de cih bigire. Gelo niha qet projeyek we ya têkildarî vê mijarê heye yan ne?

KNK weke saziyeke netewî xwedî hinek pîvan û prensîbên xwe yên taybete. Li gel van prensîban jî belgeyek din jî heye ku me weke ‘belgeya stratejiya netewî’ binav kiriye. KNK’ê derbarê yekrêzî û hevdengiya aliyên Kurdistanî de çend xalên girîng hatine destnîşankirine. Çend xetên sor jî hene. Yek ji wan jî alîkariya dagirkerên Kurdistanê, li dijî parçeyekî din ya Kurdistanê, li dijî aliyekî din ê Kurdistanê ne. Ev beriya çend salan bi aşkere hate weşandin. Lê belê me Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji vexwendina me ji bo hemû konferans û civatên giştî dûr nexistiye. Lê ji niha û pê ve ku têkiliyên wê yên bi dagirkeran re gihiştiye qonaxeke xedar û metirsîdar, êdî hatiye qonaxeke wisa ku mirov nikare hesabê hêzeke wiha bike. Wan jî bi aşkereyî ragihandin ku ew hevkarên dagirkeran e. Ji ber vê yekê me ew ne vexwend çend konferansên dawî û niyeta me ya vexwendinê jî nîne.

Ji bo me, ji bo tevahiya gelê kurd û ji bo hemû aliyên siyasî şermeke mezine ku çarenûsa gelekê zêdetirî 40 milyonî bi partiyeke siyasî ya ku piştgiriya dagirkeran dike ve gire bidin. Lewma bêyî PDK’ê jî kurd dikarin bibin yek û aliyên siyasî bi hev re kar bikin.

Yanî li gor nirxandina we, PDK’ê niha xeta sor ya KNK’ê derbas kiriye?

Belê, PDK’ê ew xeta sor ya KNK’ê derbas kiriye. Lê mixabin hegemonya, bandor û çavkaniyên wê, bi taybetî derfetên aborî yên di destê wê de û bi rêya tirsandinê, bûye sedem ku partiyên din yên biçûk li dora xwe kom bike. Bi taybetî jî hin partiyên ku di qada têkoşîna Kurdistanê de ne xwedî bandoreke zêde ne. Lê ew li dora xwe kom kirine. Raste ew jî kurd in, lê dagirkerên Kurdistanê ji wan re dibêjin kurdên baş. Lê ew hêz ne hêzeke wisa ye ku bikaribe hevsengiya ku gelê kurd ji bo yekîtiya netewî hêvî dike û pêş bixe, têk bide. Nikarin!

Dewleta tirk a dagirker niha bi kûrahiya 40 km û bi dirêjiya zêdetirî 100 km xaka Başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Li beramberî vê jî hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê ne tenê bêdengî hilbijartiye, heta mirov dikare bêje di çarçoveya şerê taybet de dagirkeriya tirk rewa dike û dibêje ‘Tirkiye ji bo şerê li dijî PKK’ê hatiye Herêma Kurdistanê.’ Lê em hemû dizanin ku dewleta tirk li dijî hemû kurdên azadîxwaz û têkoşere. Her wisa dewleta tirk dibêje ‘xeta sêyemîn nîne; yan dostê me yî, yan jî dijminê me’, gelo ev çi metirsiyê li ser statuya siyasî ya Herêma Kurdistanê çêdike?

Dibe ku gelek caran hatiye gotin ku Tirkiye li her derê cîhanê li dijî hemû destkeftiyên kurdan e. Ew statuyeke wek Herêma Kurdistanê bihêz, saxlem, lihevhatin û xizmetguzarî qebûl nake. Ji ber vê yekê hincet çêkirin jêre hêsane.Ji ber wê jî heta wê derê çû ku hebûna hêzên PKK’ê ji bo avakirina van hemû baregehên leşkerî û îstixbaratê yên bi armanca dagirkeriyê weke hincet bikar anî. Tenê hevkar û hevalbendên wê van hincetên dewleta tirk belav dikin. Lê heta ereb jî hatin ser wê xetê ku gotin ‘Tirkiye ji bo dagirkeriya xwe hincetan çêdike.’ Di heman demê de ev yek xwe ji parastina netewî xwe veşartin ya hinek aliyane. Yan jî alîkarî û destekê didin siyaseta dagirkeriyê ya ku Tirkiye li Kurdistanê dimeşîne? Çima behsa dagirkerî û metirsiyên wan nakin û piştre rexne li aliyê din bikin?

Ev çend rojin desthilata AKP-MHP’ê careke din pêvajoya çareseriyê xistiye rojevê. Lê tevî ku KCK’ê û PKK’ê çendîn car agirbest ragihandiye û banga çareseriya aştiyane ji dewleta tirk re kiriye, lê hem dewleta tirk û hem jî desthilata AKP-MHP’ê ev bangên aştiyê bêbersiv hiştine. Çima niha pêvajoya çareseriyê dixin rojevê. Gelo KNK vê mijarê çawa dinirxîne?

Bi ezmûn û tecrûbeya di dema vê desthilata AKP-MHP’ê niha tiştek pêbawer nîne. Tişta ku li hindirê tirkiyê û di hinek medyayên navxweyî û navneteweyî de tê gotûbêjkirin, ji bilî van gotûbêjên li hindirê Tirkiyeyê tiştek din nîne. Bi taybetî jî her kes qeyrana, aborî, siyasî û rewşa aloz a Tirkiyeyê dizane. Ev axaftin tenê di nava xwe de ne û tenê ew van nîqaşan vedikin. Wekî din ne têkilî, ne muzakere û ne jî nîqaş çênebûne. Yekane diyaloga di nava dewlet bixwe û hindirê Tirkiyeyê de jî derbaskirina krîza kûre ku bi salane tê de ye. Piştî hemû şer, kuştin û dagirkerî ku kirine, nikarin vîna gelê kurd têk bibin. Mînaka vê jî çewisandin û tecrîda li Îmraliyê tên kirin. Ji bo ku Rêber Apo neçarî çareseriya krîzên xwe bike lê berxwedana li wir nehişt dewleta tirk û AKP-MHP tu armancên xwe pêk bînin. Ji ber vê yekê niha nîqaş dikin ku çawa eniya navxweyî xurt bikin. Lê belê heta niha tu îradeyek baş nîşan nedaye. Lewra ji bilî rojeveke çêkirî û ne ji dil, tiştekê din nîne.

Niha li başûrê Kurdistanê rojeva herî germ û girîng hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ye. KNK vê hilbijartinê çawa dinirxîne û piştgiriya kîjan alî dike?

Helbet weke ku di daxuyaniyên KNK’ê de hatiye gotin, ev pêvajoya hilbijartinê pêvajoyeke girînge. Hem ji aliyê hêzeke rêveberiya demokratîk ve, hem jî ji bo birêvebirina vê saziya ku xizmeta edaletê dike. Pêvajoyeke demokratîk, bi perwerdekirina gel ku biçin ser sindoqan û nûnerên xwe hilbijêrin. Em pêvajoyeke wisa şefaf û bê sextekarî pêşwazî dikin. Em dixwazin hemû welatî biçin ser sindoqan û ezmûna vê pêvajoyê bikin.

Kesên ku ne şiyana wan ya rêvebirinê û ne jî şiyana wan a xizmetê heye, hene. 32 salên faşil û têkçûyî derbas kirin. Divê gelê başûrê Kurdistanê fêm bike ku desthilatdarî û rêveberî ne bi vî rengî ye. Her wiha di nava hêza ku bi salan e li ser desthilatdariyê ye de hesta welatparêziyê gihîştiye sifirê. Lewma divê gel bi rastî dengê xwe bide namzed û partiyên ku layiqî wan e û bi israr berjewendiyên gel, xizmet û nirxê wan diparêzin. Her wisa dengê xwe bidin wan yên ku wek gelê azad, serbixwe welatê xwe biparêzin. Vaye ev hêjayî wê yekê ne ku gel dengê xwe bide wan ku biçin parlamentoyê, yasa û rêziknameyên rêvebirina başûrê Kurdistanê derbixin û bixin meriyetê.

Ji ber vê yekê di daxuyanî û siyaseta KNK’ê de rasterast piştgirî ji tu namzet û partiyek re nayê kirin. Lê pêwîste em dengê xwe bidin wan welatiyên welatparêz, wan namzetên ku di nav rêzên neteweyî de ne, ku yekîtiya gelê xwe dixwazin, xizmeta gelê xwe dixwazin. Lewre li ser vê hişmendiyê dengê xwe bikaranîn hem ji bo KNK’ê hem jî ji bo gelê kurd gelek girîng û watedare.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar