Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Rejîm li sînorên agirbestê karê çeteyan hêsan dike

Rejîma Sûriyeyê tevî peymana wan a bi Rêveberiya Xweser re jî li herêmên hatiye bicihkirin bersiva êrîşan nade û li gelek ciha vedikêşe û li şûna wan çete bi cih dibin. Dema sedema vê yekê tê pirsîn jî fermandarekê rejîmê wiha dibêje: “Hêj ferman ji me re nehatiye ku em bersiva êrîşan bidin.”

Dewleta tirk bi leşker û çeteyên xwe yên DAIŞ, El Nusra û OSO’yê di 9’ê cotmehê de li dijî rojavayê Kurdistanê dest bi êrîşan kir. Li gel peymanên agirbestê yên di navbera DYA, Rûsya û dewleta tirk de jî dîsa êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê ranewestiyan û ev êrîş di roja 33’yemîn de didomin. Duh jî dewleta tirk bi SÎHA’yan êrîş kir û 4 leşkerên rejîmê kuştin.

Êrîş bi taybet jî li ser herêma Girê Spî, Eyn Îsa û Til Temîrê didomin. Dewleta tirk tevî agirbestê jî qada hewayî bikartîne û bênavber herêmê bi balafirên şer û SÎHA’yan bombebaran dike. Bi taybet jî di êrîşên li dijî Eyn Îsayê de gelek sivîl hatin kuştin. Li dijî van êrîşan şervanên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî bersivan dide.

Rêya navneteweyî

Dewleta tirk û çeteyên wê di rojên dawî de bi bi taybet jî êrîşên li ser rêya M4 a naveteweyî ku ji Iraqê derbasî Helebê û ji wir jî digihije Deryaya Spî zêde kirin. Ev rê xwedî cihekî stratejîk e. Dewleta tirk dixwaze vê qada di navbera Til Temîr û Eyn Îsayê de dagir bike. Ev rê jî bi qasî 140 kîlometreyan dirêj e. Di 3 rojên dawî de erîşên li ser xeta Eyn Îsayê zêde kirin. Eniya Ebû Sira ku di sînorê Kobanê re derbas dibe, vedibe xeta çoltara Reqa, Şergirak, Cizîr û Qenteriyê. Bi dagirkirina vê rêyê hewl didin ku kantonên Kobanê û Cizîrê ji hev qut bikin.

Rejîm rê li ber dagirkeran vedike

Tevî peymana di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rejîma Sûriyeyê jî, artêşa Sûriyeyê bersivê nade êrîşan. Dihat payîn ku leşkerên rejîmê li ser xeta rêya navneteweyî bi cih bibin lê leşkerên rejîmê rê li ber leşker û çeteyên dewleta tirk vekirin da ku li vê herêmê bi cih bibin. Fermandarekê artêşa Sûriyeyê pirsa ‘Hûn çima bersivê nadin êrişan’ wiha dibersivîne: “Heta niha ferman nehatiye dayîn ku em bersivê bidin êrîşan.”

Hêjayî gotinê ye ku di êrîşa li dijî gundê Kor Hesen ê Girê Spî de 1, di ya li Til Temirê de jî 5 leşkerên rejîmê hatin kuştin û 26 kes jî birîndar bûn.

Çavkanî: Nazim Daştan /GIRÊ SPÎ-MA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar