Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Rejîma AKP’ê ji Kurdan re qalekol û girtîgehan çêdike

Li bajarên Bakurê Kurdistanê bêkarî gihaştiye asta ji sedî 80’ê. Desthilatdariya AKP-MHP’ê li bajarên Kurdan ji bo ‘razemeniya nû’ qalekol û girtîgehan çêdike. Bedlîs jî yek ji van bajaran e.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê ku Rewşa Awarte lê didome çalakiyên demokratîk hemû hatine qedexekirin. Di serî de zozan û çêrgeh qadên bazirganiyê li gel hatine qedexekirin û ambargoya aboriyê li ser çavkaniyên debarê yên gel hatiye danîn. Li bajarên Kurdistanê bêkarî gihîştiye rêjeya ji sedî 80’ê. Lê hikumeta AKP’ê li şûna febrîqeyan girtîgehên nû çêdike.

Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Edaletê hetanî adara 2019’an li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 313 girtîgehên girtî, 75 girtîgehên vekirî, 9 girtîgehên girtî yên jinan, 8 girtîgehên vekirî yên jinan, 7 girtîgehên girtî yên zarokan, 5 girtîgehên ‘mala perwerdeyê’ yên zarokan bi giştî 396 girtîgeh hene. Kapasîteya wan bi giştî 220 hezar û 8 kes e. Wezîrê Edaletê yê tirk Abdulhamît Gul di mijdara 2018’an de bersiv da pêşnûme ya pirsekê û diyar kir ku li girtîgehan 260 hezar 144 kes hene. 202 hezar û 434 ji wan hikumxwar in, 57 hezar 710 kes jî girtî ne. Desthilatdariya AKP-MHP plan dike ku heta sala 2021’ê 48 girtîgehên din çêbike. Wezareta Edaletê ragihand ku hetanî 5 salan wê 193 girtîgehên nû bên çêkirin.

Li Wan, Bedlîs, Qers, Îdirê girtîgehên nû, li bajarên li ser sînor ên weke Colemêrgê jî bi sedan kalekol, qereqol û nuqteyên lêgerînê tên çêkirin. Li Ahlat, Qers, Wan, Îdir, Erdîşê girtîgehên nû tên çêkirin ku beşeke mezin a çêkirina wan bi dawî bûye.

Li Tirkiyeyê piştî ku li dijî Kurdan ji nû ve şer hate destpêkirin bi deh hezaran siyasetmedarên Kurd hatin girtin. Lewma hejmara girtî û hikumxwaran di navbera salên 2006 û 2018’an de bi rêjeya ji sedî 183 zêde bû. Bi çêkirina girtîgehên nû re wê hejmara girtîgehên li Tirkiyeyê bigihêje 582 girtîgehan.

Ji hêla din ve li navçeya Ahlat a Bedlîsê ji bo Serokkomarê tirk Erdogan qesreke nû tê çêkirin. Li aliyê din jî girtîgehên nû tên çêkirin. Şêniyên navçeyê ji vê yekê nerazî ne. Şêniyên Ahlatê dibêjin dewlet ji bo xwe qesrê ji bo gel jî girtîgehan çêdike û destnîşan dikink ku ew ne qesrê ne jî girtîgehê dixwazin.WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar