Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cuma - 13 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Rejîma faşîst herî zêde ji ciwanên rêxistinkirî ditirse

Ciwanên DEM Partî û SDGF’ê diyar kirin ku dema ciwanek dest bi lêgerîna îdeolojîk dike, polîtîkayên şerê taybet dikeve dewrê û wiha axivîn: “Divê em di hemû rojevên li dijî faşîzmê de bên bahev. Tişta ku rejîma desthilatê herî zêde jê ditirse, têkoşîna rêxistinkirî ye.”


Mîhrîcana Çand û Xezayê ya Mûnzûrê ku îsal cara 22’yemîn li Dêrsimê hate lidarxistin, bi dawî bû. Di çarçoveya mîhrîcanê de li ser gelek mijaran, bi taybetî tunekirina xwezayê, asîmîlasyona çandî, pirsgirêkên ciwanan û jinan çalakî û aktîvîteyên cuda hatin lidarxistin. Di roja dawî ya mîhrîcanê de têkildarî polîtîkayên weke bişaftin, fihûş û koçê yên li dijî ciwanan nîqaş hatin kirin.

Endamê Lijneya Rêveberiya Giştî yê Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Rezan Kaganarslan û Hevserokê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Muslum Koyûn, polîtîkayên şerê taybet ên li ser ciwanan nirxandin.

Kaganarslan, diyar kir ku polîtîkayên şerê taybet bi rêbazên weke tiryak, fihûş, asîmîlasyon, bêesilkirina çandî û sîxurtiyê ciwanan hedef digirin û got ku bi van rêbazan armanc dikin ku karakterê berxwedanê yê ciwanan pasîf bikin.

Kaganarslan, wiha domand: “Bikaranîna tiryakê ya zarokekî 9 salî tê wateya ku desthilat hewl dide civakê çawa tune bike. Bi belavkirina fihûşê re hem jinan dikin meta hem jî di kesayeta jinan de tê xwestin ku berxwedêriya civakê ji holê bê rakirin. Dema ciwanên kurd hewl didin tev li têkoşînê bibin, hewl didin wan bi sîxurkirinê bêxin. Polîtîkayên şerê taybet li ser van 3 stûnan pêş dikevin û rêbazên cûr bi cûr hene. Dema ku ciwanek dest bi lêgerîna îdeolojîk dike, polîtîkayên şerê taybet dikeve dewrê. Ew dîroka xwe ya ku em jê re dibêjin bişaftin û bêhişiyê ji holê radikin.”

Kaganarslan, bal kişand ku polîtîkayên şerê taybet hem bi rêya medyayê hem jî bi rêya hin hêzên di nava civakê de hatiye bihêzkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Têkoşîna herî baş a li dijî van polîtîkayan têkoşîna rêxistinkirî ye. Divê em bizanibin ku carinan tiştek biçûk ku em dikin xizmetê ji şerê taybet re dike. Heke em fêm bikin ku çarçoveya şerê taybet çi ye, em ê baştir karibin li dijî vê têbikoşin. Bi vî rengî divê her ferdek xwe bi rêxistin û perwerde bike.”

Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyûn bal kişand ser zêdebûna fihûş û tiryakê û got ku bedena jinê hatiye metakirin û hewl tê dayin hişmendiya girseyan bi tiryakê bê tunekirin. Koyûn, bal kişand ku hişbir hatiye asta ku li baxçeyên dibistanan tê firotinê û wiha domand: “Em qala desthilateke ku hemû hêzê di destê xwe de digire dikin û vê hêzê ji bo pêşveçûna xwe ya îdeolojîk û polîtîk bikartîne. Îro em li Dêrsimê ne; li vir her tim dibêjin ‘Ciwan nînin’. Ev ne bi tena serê xwe koçeke bêguneh e. Ligel koçkirina zihnî, aqilê bîrdozî û zanyarî jî diçe. Ji ber wê yekê di bingeha xwe de ev bandora şerê taybet e.”

Koyûn, bal kişand ser ciwanên ji ber gerandina govendê li Sêrt, Mêrsîn û Stenbolê hatin binçavkirin û ev tişt got: “Govend ne bi tenê çandeke keyfxweşiyê ye. Tilîliya govendê sembola berxwedanê ye. Tiştekî wisa ye ku ji zindanê radibe û koka xwe ji zindanan digire. Tiştekî wiha ye ku bûye sembola berxwedana gelê kurd, berxwedana xwe bi hemû bedena xwe diyar dike. Serwer jî vê dizanin. Îro êrişa li dijî govendê êrişa li dijî têkoşîna tevgera azadiyê ye. Bêdengkirina govendê bêdengkirina dengê serhildanê ye. Ev jî şerê taybet e.”

Koyûn ê got ku “Em îro bi rejîmeke dijminê ked, jin, xweza û her tiştên jiyanê re rû bi rû ne” û destnîşan kir ku bi têkoşîna rêxistinbûyî re em dikarin li ber xwe bidin. Koyûn, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê em di hemû rojevên li dijî faşîzmê de bên bahev. Tişta ku rejîma desthilatê herî zêde jê ditirse, têkoşîna rêxistinkirî ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar