Rejima İranê ya bi şoreşa Jin Jiyan Azadî hejiya, niha hewl dide bi zext , zordarî, girtin û darvekirina xwe li ser lingan bihêle. Hêzên rejîma Îranê li rojhilat Kurdistanê derketine nêçîra binêavkirina kurdan û her roj kurdan binçav dike. Polîsên rejîma Îranê di encama serdegirtina malê de hunermendê kurd Hamza Cehferî binçav kir. Li gorî nûçeya çapemeniya Rojhilat a duh; hunermend Cehferî bi hinceta ku tev li pîrozbahiyên Newrozên Îlam û Şinoyê bûye hatiye binçavkirin.
Rejîma Îranê di meha nîsanê de 33 welatiyên kurd bi hinceta tevlibûna pîrozbahiyên Newrozê binçav kiriye.