Vê sibehê di saet 06:30’an de balafirên bêmirov ên rejima Îranê baregehên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê yên li bilindahiya Alane ya li devera Balekayetî û Berbizin ên li herêma Biradostê bombebaran kirin.
Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê piştî pênc salan cara yekem e rejima Îranê di êrîşan de balafiran bi kar tîne.
Li gorî zanyariyan tu ziyanên canî çênebûne lê ziyanek mezin a madî bi cihên hatin bombebarankirin ketiye.
Hat gotin ku hemwextê vê êrîşê rejima Îranê bi balafirên bê mirov derdora gundê Dêge û gundê Şêrkaweyan ên girêdayî bajaroka Simêlan a Çomanê jî bombebaran kiriye. HEWLÊR