Hêzên rejîma Îranê bi çekan êrîşê wesayîteke kasibkaran kir û di encamê de 2 kasibkarên di wesayîtê de jiyana xwe jidest dan
Êrîşên rejîma Îranê li ser kasibkaran berdewam dike. Li gorî nûçeya Kolbernewsê, îro di roja 1’ê Gulanê Cejna Kedkar û Karkerên Cîhanê de rejîma Îranê wesayîta kasipkarên bi navê Nimeet Seadetpur û Reuf Xalidpur gulebaran kiriye. Di encama gulebarana hêzên rejîmê de wesayîta kasipkaran qeza derbas kiriye û di encamê de jiyana xwe dji dest dane. Her du kasipkarên ku jiyana xwe ji dest dane xelkê Emîrawa yê bajarê Eşnuye yê ne.
Li gorî agahiyan hîn jî cenazeyê kasibkaran radestê malbatên wan nehatine kirin.