Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Rejîma Îranê havdîtina bi Zeynep Celaliyan re qedexe kir

Rejîma Îranê hevdîtina bi girtiya siyasî ya kurd Zeynep Celaliyan ku 17 sal in li girtigêhê tê girtin, qedexe kir. Malbata Celaliyan a ku ji bo hevdîtinê çû Yezdê, bêyî hevdîtinê bike vegeriya Makuyê.

Girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan a ku cezayê heta hetayê lê hatiye birîn û ev 17 sal in girtî ye, bi fermana Wezareta Enformasyonê mafê wê yê ku malbat serdana wê bike hat redkirin. Zeynep Celaliyan ku beriya 4 salan birin girtîgeha Yezdê û tenê carekê karîbû malbata xwe bibîne.

Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, Zeynep Celaliyan destpêka hefteyê ji bo dîtina malbata xwe daxwaz kir, lê belê rayedarên girtîgehê ragihand ku bi fermana Wezareta Enformasyonê serdan hatiye qedexekirin. Malbata Celaliyan ku ji bo dîtina keça xwe ji Makû çû Yezdê bêyî ku serdanê bike vegeriya.

Zeynep Celaliyan ku hefteya derbasbûyî rakirin nexweşxaneyê, li gel îtirazan jî dermankirina bi kelepçeyan lê hate ferzkirin, ji ber ku li ber vê yekê rabû, nehate dermankirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar