Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Rejîma Îranê ji ber grevê gelek dikandar êşkence kir

Ji ber greva giştî ya rojên borî li seranserî Rojhilatê Kurdistan û Îranê hêzên rejîmê li Şîno avêtin ser gelek malan û kesên destgîrkirin birin navendên îtilatê û êşkence li wan kir

Rojên borî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê grevên giştî hebûn. Li bajarê Şîno yê Rojhilatê Kurdistanê piraniya dikandaran derabeyên dikanên xwe girtin û piştevanî dabûn grevê. Hêzên rejîmê li ser vê yekê avêtin ser gelek malan û gelek dikandar destgîrkirin û li navenda Îtilatê bi tundî êşkence li dikandaran kirin.

Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku 8’ê Kanûnê hêzên emniyetê ya ser bi rejîma komarî ya Îslamê ketine nava hewldanan êşkencekirin û biçûkxistina welatiyan. Hêzên rejîmê nêzî 20 kesên ku destgîr kiribûn, ji bo biçûkxistinê simbêl û porên wan qusandibû. Li gorî agahiyên hatin girtin ew kesên heta piştî nîvro hatibûn destgîrkirin, li nava eywana navenda Îtilatê li derve ber hewaya sar bi saetan hatine hiştin.

Navê hinek ji wan dikandarên hatibûn destgîrkirin wiha ne: Îdrîs Karsazî, Wahêd Badpeyam, Îbrahîm Şerafet, Elî Şerafet, Kermîm Tutunkar, Hebîbî Êrandust, Nîma Mîhenax, Şefîe Hesenî, Huseyîn Şeltûtî û Rehîm Felehî.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar