Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rejîma Îranê jî hevkarê êrîşa li dijî Rojava ye

Dihat payîn ku duh li seranserî rojhilatê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk çalakî bên lidarxistin. Lê rejîma Îranê hêzeke zêde şand Kurdistanê û nehişt ku çalakî bên lidarxistin. Rejîma Îranê ku di lûtkeya sêalî ya li Enqereyê de plana dagirkeriyê erê kir, îro bi daxuyaniyekê ragihand ku amade ye navbera rejîma Sûriyeyê û Tirkiyeyê baş bike

Dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê di 9’ê cotmehê de li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê êrîşa qirkirinê da destpêkirin. Bi destpêkirina êrîşê re jî li rojhilatê Kurdistanê bi dehhezaran kurd daketin qadan û êrîş şermezar kirin. Rayedarên dewleta tirk jî nerehetiya xwe ya li hemberî van çalakiyan anîbû ziman û ji rejîma Îranê xwestin ku pêşî li van çalakiyan bigirin. Rejîma Îranê ya ku li ber ekranên televîzyonê xwe weke ‘dijberê êrîşê’ nîşan dide, nahêle ku welatî li dijî dewleta tirk çalakiyan li dar bixin.

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk, komîteya giştî bi pêşengiya ‘Yekgirtin bi Berxwedana Rojava’ û ‘Komîteya şehîd Zagros’ a Kirmaşan re bang li temamiya gelê rojhilatê Kurdistanê kir ku duh saet 17:00’an de li her devereke Rojhilat çalakiyan li dar bixe. Lê li ser banga komîteyê, rejîma Îranê hêzeke mezin a leşkerî û polîsan li bajarên Rojhilat bi cih kir û nehişt ku welatî çalakiyan li dar bixin.

Êrîşî çalakvanan kirin

Tevî astengkirinan jî li gelek deveran welatî rabûn ser pêyan û çalakî li dar xistin. Yek ji van herêman jî Sine bû. Hat ragihandin ku hêzên rejîma Îranê ya ku li gorî daxwaza dewleta tirk tevdigere, êrîşî çalakvanan kir.

Rûsya û Îran jî hevkarên êrîşê ne

Rejîma Îranê di 16’ê îlonê de tev li lûtkeya sêalî ya Enqereyê bû û di daxuyaniya hevpar de ragihandibû ku pergaleke weke Rêveberiya Xweser red dikin û dê rê nedin vê pergalê. Demek pir kin piştî vê lûtkeyê jî dewleta tirk êrîşî rojavayê Kurdistanê kir. Rejîma Îranê ku xwe weke ‘dijber’ ê êrîşa li dijî Rojava nîşan dide, bi qedexekirina çalakiyan re careke din nîşan dide ku ne dijber, hevkarê êrîşa dewleta tirk a li dijî Rojava ye.

Daxuyaniya piştgiriya êrîşê

Di vê çarçoveyê de berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Ebas Musewî îro têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ev tişt wiha piştrast kir: “Divê serweriya axa Sûriyeyê ji hêla welatên herêmê berçavan bê girtin. Îran amadeye ji bo hevdîtinên Tirkiye û Sûriyeyê bibe navbeynkar. Hebûna leşkerên Tirkiyeyê ya li ser xaka Sûriyeyê nayê qebûlkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar