Navenda Nûçeyan
Êrîşên hêzên rejîma Îran ên ser bi kolberan dewam dike, hema bêje rojane kolber tên kuştin û birîndarkirin.
Li gorî nûçeya Kolbernewsê li herêma Selmas a ser bi parêzgeha Urmiye ya rojhilatê Kurdistanê, hêzên rejîma Îranê êrîşî komek kolber kirin.
Li gorî nûçeyê di encama êrîşê de kolberê bi navê Ferzad Sedunzade yê xelkê gundê Kuzereş a ser bi Selmas a Urmiyeyê ku bavê 3 zarokan bû hatiye kuştin.