Hêzên rejîman Îranê li ser sînorê Serdeştê kolberê 16 salî yê bi navê Hadî Hesenî qetil kir
Hêzên rejîma Îranê duh li herêma bajarê Serdeşt a girêdayî parêzgeha Ûrmiyeyê ku dikeve ser sînorê di navbera rojhilat û başûrê Kurdistanê de, êrîşî komeke kolberan kir.
Li gorî nûçeya Kolbernewsê, di encama êrîşa hêzên rejîma Îranê ya li dijî kolberan de kolberê bi navê Hadî Hesenî yê 16 salî hate qetilkirin.
Hat zanîn ku Hadî Hesenî ji xelkê bajarokê Rebit a Serdeştê ye.