Navenda Nûçeyan |
Êrîşên hêzên rejîma Îranê yên li dijî kolberan bênavber berdewam in. Di encama êrîşên heta niha de gelek kolberên ji rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin.
Li gorî nûçeya Kolbernewsê, hêzên rejîma Îranê şevê din li ser sînorê bajarê Çaldiran ê Urmiye ya rojhilatê Kurdistanê êrîşî komeke kolber kirine.
Heman çavkaniyê ragihand ku di encama êrîşê de kolberê bi navê Secad Dalayî Mîlan yê xelkê gundê Mescid Luî hate qetilkirin.