Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

‘Rejîma Îranê makîneya kuştinan e’

ECPM û ÎHR dan zanîn ku rejîma Îranê ji sala 2022'yan de rêjeya darvekirinê ji sedî 75 zêde kiriye û wiha domandin: “Rejîma Îranê ji bo 'tirsandinê', 'makîneya mirinê' bikar tine.”

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (ÎHR) ku navenda wê li Norwêcê ye û Yekîtiya li dijî Cezayê Darvekirinê (ECPM) ku navenda wê li Parîsê ye, ragihandin ku di sala 2022’an de herî kêm 582 kes hatine darvekirin.

Hate ragihandin ku ev hejmara darvekirinê ji sala 2015’an û vir ve hejmara herî bilind e. Li gorî herdu rêxistinan di sala 2023’yan de herî kêm 333 kes hatin darvekirin.

Di rapora hevpar de hate gotin, “Cezayê kuştinê careke din ji aliyê rejîma Îranê ve ji bo dewamkirina desthilatdariyê weke amûreke tepisandin û zextê tê bikaranîn.”

Midûrê ÎHR’ê Mahmood Amîry Moghaddam got, “Rayedaran ji bo tirsê bixin nava ciwan û gelê çalakiyên şermezarkirinê lidar dixin, darvekirina girtiyên ji bilî sedemên siyasî hatine mehkûmkirin, zêde kirine.”

Moghaddam bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo ‘rawestandina makîneya mirinê ya rejîma Îranê’ bikeve nava liv û tevgerê.

Di raporê de her wiha hate ragihandin ku nêzî 100 girtî bi cezayê darvekirinê hatine cezakirin an jî bi sûcdariya darvekirinê têne darizandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar