Ji dawiya meha mijdara 2022’yan ve di nêzî 60 dibistanên li bajarên cûda yên li Îran û rojhilatê Kurdistanê de bûyerên jehrîbûna xwendekarên jin rû dane. Ji ber zêdebûna bûyerên jehrîbûnê tê gotin ku ne tiştek tesadufiye û ev êrîşek bi plankiriye li ser xwendekarên jin tê kirin.
Gelo hêzên Îranê çi gazê bikar tîne?
Li gor gotina şahidên bûyeran, tiştek mîna bombeya dest yan jî gazên rondikrêj ji derve de tê avêtina nava dibistanan. Bêhnek nexweş ya wê heye û dibe sedema sergêjî, bêtaqetî, felca demkî, nefestengî, şewitîna çav, qirik û poz.
Beşek ji xwendekarên bi jehrê ketine diyar kirin ku piştî ew bi jehrê ketin, rêveberên dibistanan neçar man ku wan bişînin nexweşxaneyan.
Balkêş e ku bûyera yekem li bajarê Qum rû da
Yekem bûyera jehrîketina xwendekaran di dawiya meha mijdara 2022’yan de li Peymangeha Nur a li bajarê Qum rû da. Xwendekarên jin ên wê peymangehê di nava du hefteyan de du car bi jehrê ketin û hinek ji wan bi awayek demkî felc bûn.
Derbarê bûyerê de rojnamevan Mehdî Hisênî roja 30’yê mijdarê gotibû, di encama her du êrîşan de nêzî 60 xwendekar bi jehrê ketine. Her wiha rexne li berpirsên dewleta Îranê û medyayê kiribû û gotibû, jehrîketina van xwendekaran û veguhestina wan a ji bo nexweşxaneyê ne tiştek wisane ku berpirs û medya ji nedîtîve tên.
Piştî sê mehan hîn a nû kete rojeva çapemeniyê
Her çiqas bûyera jehrî ketinê li bajarê Qum deng veda, lê di dawiya sibata îsal de hêdî hêdî ket rojeva çapemeniyê û bû manşeta nûçeyan. Her wiha mijara jehrî ketina xwendekaran ku piraniya wan jinin, li dibistanên bajarê Qum re sinordar nema û li bajarên din ên Îran û rojhilatê Kurdistanê jî rû dan.
Heta niha li 10 parêzgehan bûyerên jehrîkirinê rû daye û hîn jî dewam e
Li gor agahiyan heta roja 2’yê adarê herî kêm li 58 dibistanan bûyerên jehrî ketina xwendekaran hatin tomarkirin. Ji vana 30 dibistan li bajarê Qum, 10 li bajarê Erdebîl, 8 li Tehran û 5 jî li dibistanên Loristanê rû dan.
Her wiha li parêzgehên wek; Xuresana Rezewî, Çarmehal, Bextiyarî, Kirmaşan, Mazenderan û Simnan herî kêm bûyerek ya jehrî ketina xwendekaran li dibistanan rû daye.
Li gor ajansa fermî ya Îranê ÎRNA’yê jî zêdetirî hezar xwendekar û karmendên dibistanan di encama van êrişan de bi jehrê ketine.
Bajarê Erdebîl yek ji wan bajarane ku herî zêde bûyerên jehrîbûnê lê rû dane û heta niha jî ev bûyer berdewamin.
Li gor çapemeniya Îranê, roja 2’yê adarê jî zêdetirî 40 xwendekarên jin ên dibistana amadeyî ya Rahî Zeyneb Eslanduz jehrî ketin, piştî hilmîjîna bêhnek nexweş, di xwendekaran de laş xwerîn, şewitîna qirik, vereşîn, ji hişçûn û bê taqetî derket. Her wiha roja 1’ê adarê jî li heman bajar li dibistanek din jî bûyera jehrî ketina xwendekaran rû da bû.
Tevî ku zêdetirî 3 mehin di ser rûdana van bûyeran û pêşkêşkirina daxwazname ji aliyê malbatên xwendekaran ve ji bo derxistina rastiya di pişt bûyeran de derbas dibe, lê ji bilî ku sedemên êrîşan nehatine aşkerekirin, belku wezîr û aliyên peywendîdar daxuyaniyên nerast ku hevûdû vala derdixin didin.
Kî li pişt van êrişa ye?
Li gor hin çavdêran, tûndrewên olî û ew kesên ku hemfikrê Talîban a li dijî xwendina jinanin, li pişt van êrîşanin. Hinek jî sedemê êrîşan bi tevlîbûna xurt û pêşengtî kirina xwendekarên jin a di serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ ve girêdidin.
Di beramberî van bûyeran de piştî bêdengiyek dirêj, ragihandin ku ‘destên derve’ di pişt van êrîşan de hene û armanc jê girtina dibistana ye.
Ajansa ÎRNA’yê jî li ser bûyeran sê senaryo nîşan da, ya yekem dide diyarkirin ku dibe ji aliyê grubên tundrew ku li dijî xwendina jinanin, ya din xwendekar bi xwe van êrîşan pêkanîne, ya din jî dezgehên îstixbaratî û saziyên ewlehiyê yên biyanî di pişt van êrîşan de hene.
Sedemên di pişt van bûyeran de çi dibe bila bibe, di encamê de fikar û tirsek mezin di nava malbatên xwendekar, civaka Îran û rojhilatê Kurdistanê de çêkiriye.
Tevî sê mehin ev êrîş li ser xwendekarên jin pêktên, heta niha bi fermî sedemê jehrî ketin yan jî nexweşketina xwendekaran nehatiye aşkerekirin.