Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rejîma Îranê zêdetirî 150 saetin înternet qut kiriye

Malpera çavdêriya înternetê ya cîhanê NETBLOCK’ê da zanîn ku li seranserê Îranê ev zêdetirî 150 saetin ku înternet hatiye qutkirin. Her wiha malperê destnîşan kir ku hemû peywendiyên ji bo navxweyî û derve hatine qutkirin

Sîteya çavdêriya înternetê ya cîhanî NETBLOCK ku pirsgirêkên înternetê li cîhanê kontrol dike, li ser malpera xwe ya tora civakî nivîsek belav kir. Sîteyê diyar kir ku zêdetirî 150 saete li Îranê înternet hatiye qutkirin.

Di berdewamiyê de jî ev tişt hatin gotin: “Rojên destpêkê asta gihiştina înternetê li Îranê ji sedî 4 bû, ev rêjeye hefteyek piştre gihişt ji sedî 15. Înterneta xetên telefonan hîn jî li seranserê Îranê girtîne.”

Li gorî rêveberên Îranê înternet ji bo zanîngeh û cihên dewletê vekirîne. Her wiha li gorî rêveberên Îranê înternet li hinek parêzgehan jî vekirîne. Lê çalakvanên civaka sivîl vê yekê red dikin û diyar dikin ku înternet hatiye qutkirin. Li ser vê mijarê duh Wezareta Xizîneya Amerîkayê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku wan ji ber girtin û sansûrkirina înternetê ambargo xistine ser Wezîrê Peywendiyên Îranê Cewad Azerî.

Li seranserê Îranê înternet qut e

8 roj berê bi destpêkirina çalakiyên li Îranê re, Wezareta Peywendiyên Îranê li seranserê Îranê înternet qut kir. Li gel ku rejîmê înternet birî jî li gelek medyayan hate gotin ku ji ber êrîşên hêzên çekdar ên rejîmê ve gelek kes hatine kuştin.

Çavkanî agahiyên jihev cuda didin

Li gorî Radyo Ferda ya ku li Pragê weşanê dike jî li eyaleta Huzîstanê 58 kes û li rojhilatê Kurdistanê jî 39 kes hatin qetilkirin. Li herêma Kirmaşan a Rojhilat 23, li eyaleta Sinê 11 û li Urmiyeyê jî 5 kes hatin qetilkirin. Her wiha li eyaletên Fars, Îsfaxan, Kerman, Tehran, Elbrûz û Azerbaycane jî gelek kes hatin qetilkirin. Tê gotin heta niha 128 kes hatine qetilkirin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî diyar kir ku zêdetirî 100 kes hatine qetilkirin.

Daneyên cuda hatin parvekirin

Çavkaniyên ji Mucahîdên Gel ên sirgûnkirî jî destnîşan kirin ku 251 kes hatine qetilkirin, 3 hezar û 700 kes birîndar bûne û 7 hezar kes jî hatine binçavkirin. Heman çavkaniyê navê 85 çalakgerên ku hatine qetilkirin parve kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar