DAIŞ’ê êvara 20’ê çileye êrîş bir ser Girtîgeha Sanaayê ya Hesekê ku çeteyê DAIŞ’ê lê têne girtin. Piştî vê êrîşê 3 roj in li herêmê şerekî giran diqewime. Di heman demê de dewleta tirk jî êrîşên li ser Rojava û Şengalê zêde kir.
Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Loqman Ehme li ser êrîşên dewleta tirk û bûyerên li Girtîgeha Sanaayê ji Ajansa ANF’ê re axivî.
Ehme bi bîr xist ku rêveberiya xweser ji dema ava bû ye û vir ve tim dibe hedefa êrîşan û diyar kir ku bi taybetî dewleta tirk êrîşan dike.
Dema DAIŞ derba xwar dewleta tirk ket dewrê
Ehme anî ziman ku sala 2016’an dema ku Rêveberiya Xweser dest bi pêngava rizgarkirina Minbicê kir, dewleta tirk êrîş kir û wiha got: “Ezaz û Cerablûs berê di destê DAIŞ’ê de bûn, lê belê tu pirsgirêka dewleta tirk bi wan çeteyan re tune bû. Dewleta tirk ji bo çeteyan ne pirsgirêk bû; heta ku me dest bi pêngavê kir. Çawa ku me dest bi pêngavê kir, dewleta tirk jî dest bi êrîşê kir.
Têkiliya dewleta tirk a bi DAIŞ’ê re gelekî kevn e. Pêvajoya Mûsilê tê bîra her kesî. Dema ku DAIŞ’ê êrîşî Mûsilê kir, sefîr û nûnerên welatan hemûyan herêm terikandin, lê belê nûnertiya tirk li wir ma û karê xwe dewam kir. Em zanin ku her ku DAIŞ’ê derb xwar û tengav bû, dewleta tirk ket dewrê. Têkiliyên bi DAIŞ’ê re xurt e. Her wiha weke ku tê bîra mirovan êrîşa li ser Efrînê jî dema ku DAIŞ li Kobanê têk çû hat kirin.”
Li pişt êrîşan Rûsya jî heye
Ehme diyar kir ku êrîşên sala 2019’an ên li ser Girê Spî û Serêkaniyê, di çarçoveya sînorekî de hat kirin ku bi peymana navbera Rûsya, DYE, hêzên navneteweyî û Tirkiyeyê de hat diyarkirin û ev tişt anî ziman: “Lê belê êrîşên jê û pê ve bi formateke cuda, bi şêweyên cuda heta niha dewam dike. Dorpêçiya aborî, bikaranîna çemê Firatê mîna amûreke şantajê, her wiha êrîşên bi drone û SÎHA’yan. Rêxistiniyên çete û sîxur ên dewleta tirk jî li nava welêt hin caran bi rengekî provokatîf êrîş kirin. Êrîşa herî dawî ya li ser girtîgeha ku bi hezaran DAIŞ’î tê ne de parçeyeke ji vê yekê ye. Yanî êrîşên dewleta tirk, hevkariya bi DAIŞ’ê re ne rewşeke bi tena serê xwe ye. Tifaq û hevalbendên wan ên li herêmê jî di nav de hene.
Rêveberiya Şamê jî di nav de heye. Uslûbekî wan ê êrîşkar li dijî HSD’ê û Rêveberiya Xweser heye û car carna çeteyên ku êrîşî hêzên HSD’ê dikin weke ‘hêza berxwedêr’ pênase dikin. Êrîşên beriya du rojan dest pê kirin, vetokirina vekirina deriyê sînor ê Til Koçerê ji aliyê rûsan ve, girtîhiştina deriyê li aliyê rejîmê, girtina deriyê Sêmalkayê parçeyên şerekî piralî yên li dijî Rêveberiya Xweser e. Rêveberiya Xweser ji ber ku li herêmê modeleke aştî, azadî û hevgirtinê ye, tim dibe hedefa rejîma Sûriye û Tirkiyeyê. Li pişt van jî Rûsya heye ku her kes pê dizane.”
Hêzên navneteweyî erka xwe bi cih nanîn
Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku girtîgeha çeteyên DAIŞ’ê lê ne negirtîgeheke ku sûcdarên terorê lê karibin bên girtin, lê belê ji ber nebûna derfetan li wir têne girtin û bi bîr xist ku ji bo darizandina çeteyan wan beriya niha gelek caran bang li hêzên navneteweyî kiribûn.
Ehme diyar kir ku heta niha bersiveke erênî nedane daxwazên wan û wiha domand: “Ji bo çêkirina girtîgehên ku girtiyên DAIŞ’î karibin lê bên girtin heta niha kesî berpirsyariya xwe bi rengekî cidî bi cih neanîn. Ji vê jî wêdetir ji bo çareserkirina aborî û bêderfetiya li ser herêmê kesî hewl neda. Dema ku ev faktor hemû bi hev re tê nirxandin hingî êrîşên dawî yên DAIŞ’ê jî bi vî rengî rû didin.
Li Kampa Holê jî bi hezaran malbatên DAIŞ’î hene. Tevî ku Rêveberiya Xweser ji welatên ku ev DAIŞ’î welatiyên wan e xwest ku wan werbigirin. Lê belê kesî xwe neda ber vê yekê. Ev yek jî li gel maliyeteke mezin a aborî her wiha dibe sedema lawaziyeke cidî ya ewlekariyê. Êrîşên giran ên dewleta tirk û çeteyan jî vê lawaziya ewlehiyê mezintir dike. Çeteyên DAIŞ’ê jî sûd ji vê yekê wergirtin. Tevî ku me gelek caran ragihand ku metirsiya DAIŞ’ê dewam dike û ev yek gefeke cidî ye, tim ji nedîtî ve hatin. Bûyera dawî careke din nîşan da ku DAIŞ bi şaneyên xwe yên veşartî gelekî çalak dikare xwe bi rêxistin bike û dibe gefeke cidî.
Em hêvîdar in wê ji niha û pê ve ev rewş baştir bê dîtin û ji sîstema Rêveberiya Xweser, hêzên wê yên ewlekariyê, ji aliyê lojîstîk, aborî, teknîk û îstîsbaratê ve hîn bêhtir piştgirî bê dayîn, bi piştevaniyê re wê alîkariya koalîsyona navneteweyî û raya giştî pêk were. Reva çeteyên DAIŞ’ê ya ji girtîgehê wê ne tenê li ser civak û rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, di heman demê de wê ji bo welatên din hemûyan gefek be.”
Berpirsyarî dikeve ser milê her kesî
Her wiha Loqman Ehme bang li hêzên navneteweyî kir ku bi hev re li dijî DAIŞ’ê têbikoşin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “DAIŞ demeke dirêj li ser vê herêmê serwer bû. Li vê herêmê kar kir, lewma li vê qadê bingeha zîhniyetekê daniye. Her wiha neyîniyên ji ber xizaniya civakî û ambargoyê zemînê dide rêxistinbûna zîhniyeta DAIŞ’ê. Lewma ji bo feraseta DAIŞ’ê li herêmê bê şikandin, ji bo siyaseta veguherandina civakê û perwerdeyê bi rengekî serketî bê meşandin, ji bo dawî li pirsgirêkên xizanî û aboriyê bê anîn divê hêzên navneteweyî bi berpirsyarî rabin, ji bo jiholêrakirina DAIŞ’ê bi me re bixebitin. Heta ku ev nebe wê DAIŞ her tim gefek be. Ji ber vê yekê ji bo jiholêrakirina vê gefê divê alî hemû bi rengekî cidî berpirsyariyen xwe bi cih bînin.” QAMIŞLO