Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

‘Rejîma Sûriyeyê dixwaze fitneyê bixe navbera pêkhateyên herêmê’

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherib Bersûm banga rejîma Sûriyeyê ya ji bo eşîrên ereb ku dixwest ciwanên xwe ji nava HSD’ê vekişînin weke hewldana xistina fitneyê nava pêkhateyan nirxand. Bersûm got ku divê eşîrên ereb guh nedin vê bangê û dê ev yek li herêmê rê li ber şerên mezintir veke

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Rejîma Sûriyeyê Elî Memlûk di 5’ê kanûnê de bi hinek êlên ereb ên herêma Cizîrê re civiya. Memlûk bang li wan kir ku ciwanên xwe ji refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) vekişînin. Memlûk hewl da ku HSD’ê parçe bike û nakokiyan bixe navbera pêkhateyên herêmê.

Têkildarî mijarê hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm ji ANHA’yê bi Ehmed Semîr û Şînda Ekrem re axivî. Bersûm anî ziman ku ew li bendê bûn ku rejîma Sûriyeyê bi erênî li diyalogên bi Rêveberiya Xweser binihêriya û bi lihevkirinan li dijî dewleta tirk û çeteyên wê têkoşîneke hevpar bimeşînin. Bersûm diyar kir ku rejîmê ji bo pêşxistina rêyên diyalogê tu gavên erênî neavêtin û wiha pê de çû: “Berevajî vê, hinek êlên ereb ên li herêmê sor dike û zextê li wan dike ku ciwanên xwe ji nava HSD’ê vekişînin. Ev jî bingeha belavkirina fitneya di navbera pêkhateyan û zêdekirina aloziyê ye.”

Armanca rejîma Sûriyeyê

Bersûm bang li eşîrên ereb kir ku rewş û pêşerojê baş bixwînin û wiha dom kir: “Di vê pêvajoyê de yekitî û hevgirtina hêzên ku Rêveberiya Xweser ava kirine girîng e. Divê eşîrên ereb bi van fitneyan nexapin. Dibe ku ev fitne şerên mezintir li herêmê derxînin. HSD weke ku rejîm îdia dike xayîn û sîxûr nînin. Ji bo rizgarkirina herêmê ji terora DAIŞ’ê bi hezaran şehîd dan û fedekariyê mezin kirin. HSD hêzeke neteweyî ye. Em dixwazin ku HSD di pêşerojê de bibe beşekê pergala parastinê ya Sûriyeyê.”

Banga tevlêbûna nava HSD’ê kir

Herî dawî jî Bersûm ev tişt anî ziman: “Meclisa Leşkerî ya Suryan, mecliseke ji meclisên avakar ên HSD’ê ye. Tev li hemû pêngavên li dijî rêxistina terorîst bû. Em di wê baweriyê de ne ku dê meclis, di nava hêzên parastinê yên gelê me de bimîne. Ez bang li gelê suryan dikim ku tevlêbûna xwe ya di nava HSD’ê de zêdetir bikin. Vê hêzê herêm parast û ji bo mafên hemû pêkhateyan xwe proje ye. Divê gelên herêmê hevgirtina xwe xurtir bikin. Hêza me ya esasî ev hevgirtine ye û em ê rê li ber dagirkeriyê bigirin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar