Navenda Nûçeyan |
Rêxistina Mafê Mirovan Hengaw ragihand ku rejîma xedar a Îranê siyasetmedarê kurd Sîna Muhamedî di saetên serê sibehê de li Girtîgeha Senendejê bi dar ve kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku malbat û xizmên Muhamedî li ser agahiya darvekirina wî li ber girtîha Senendejê kom bûn û bertek nîşanî darvekirinê dan.
Rêxistina Mafê Mirovan Hengaw da zanîn ku wan wisa hizir dikir ku ji ber şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) bidarvekirin neyên rojevê. Rêxistinê destnîşan kir ku di lîsteya darvekirinê ya rejîma mollayan de gelek girtiyên siyasî yên kurd hene û ji bo vê jî banga hestiyariyê li hemû hêzên kurdistanî kir.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku rejîma xedar demek berê jî girtiyê siyasî Loqman Ahamadpour jî li Girtîgeha Senendejê bidarve kiribû.