Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Rênas Jiyan: Ger mirov bi zimanê xwe nebawer be nikare biparêze jî

Nivîskar Rênas Jiyan diyar kir ku ger ku civakek bi ziman û çanda xwe nebawer be, nikare pêş bixe û biparêze. Jiyan bi lêv kir ku dibe ku xebatên zanîstî bin, lê ya jê girîngtir ziman ne diyardeyeke matematîkî ye, diyardeyeke psîkolojîk e

Nivîskar Rênas Jiyan têkildarî Tora Ziman û Çandan ji Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) bi Fahrettîn Kiliç re axivî. Jiyan anî ziman ku Tora Ziman û Çandan ji ber hewcedariya bi ziman û qelsbûna civakê ya ji bo bikaranîna ziman, pêk hatiye.

Rênas Jiyan diyar kir ku helbet zimanek bi civînan pêş nakeve û wiha domand: “Mirov dikare hinek tiştan destnîşan bike û li ser wan nîqaşê bike. Li gorî min a herî girîng ew e ku civak bi zimanê xwe, wêjekarê xwe, dîroka xwe bawer be. Bi vî awayî pêş dikeve. Ne pirsên desthilatdaran, divê em bikarin pirsên xwe peyda bikin û bibersivînin. Li gorî min kurd bi wêjeya xwe zêde nebawerin. Her wiha yên bi wêjeya xwe nebawer bin dê bi zimanê xwe jî nebawer bin. Esas ev ne pirseke kurdan e, pirsek serdestan e ku di kurdan de bi cih bûye. Ez vê mînakê bidim. Nivîskarêkî rûs Borîs Pasternak heye. Romana wî ya bi navê Doktor Jivago heye. Ez dibêm vî nivîskarî di dema xwe de nobel jî standiye. Lê gava ku wekî wêjevanekî û nivîskarêkî dema ez li vê romanê dinêrim, ez zêde nirxekî pir estetîk, hunereke pir mezin û têkiliyeke baş di vê romanê de nabînim. Ji wê bêhtir romana Helîm Yûsif ‘Dema Masî Tî Dibin’ baştir dibînim. Di vê derê de niyeta min ew e ku bêyî ku tiştê li ser me hatin ferzkirin, em karin li gorî îradeya xwe, qeneeta xwe û ecibandinên xwe pêşkeş bikin.”

‘Ger bawerî bi ziman nebe ji xwe pêş nakeve’

Di berdewamê de jî Jiyan got ku gava bi zimanê kurdî bibawer bin, dê pêş bikeve û wiha pê de çû: “Em ê bikaribin xebatên mezintir pê bînin. Lê gava bi awayekî din be, ew bawerî di me de tunebe, em bi gotinên xwe, bi peyvên zimanê xwe, xwedî li çanda xwe, xwedî li folklora xwe, bi stranên xwe nebawer bin ji xwe wê pêş nekeve. Di serî de em winda dikin. Gava ku em bibawer bin em ê bikarin biparêzin. Ne bawer be ji xwe naparêze jî. Divê ew hezkirin di dilê me de hebe.”

‘Medyaya bindestan nirxên kurdan reş kirine’

Jiyan bi lêv kir ku bi alavên çapemeniya serdestan û medyaya bindestan ve nirxên kurdan li ber çavên wan hatiye reşkirin û ev tişt anî ziman: “Ango meseleya me ewe ku ev xebat û hemû xebatên din dibe pirtûkek be xebateke din a hunerî be, fîlmekî sînemayê be, bi her awayî em karibin wê baweriyê derxînin holê. Gava ew bawerî pêk hat dê pêş bikeve ew ziman dê çêbibe. Wê di civakê de cih bigire.”

‘Ziman diyardeyekî psîkolojîk e’

Nivîskar Rênas Jiyan destnîşan kir ku divê têkiliya mirov û ziman ne di asta diyardeya matematîkî de be û wiha derbirî: “Gava em nêzî kurdî bûn, divê em kurdî wekî matematîkekê nebînin. Dibe ku xebatên zanîstî bin, lê ya jê girîngtir ziman ne diyardeyeke matematîkî ye, diyardeyeke psîkolojîk e. Gava ku em psîkolojiya xwe sererast bikin û tiştekî wekî psîkolojiyê nêzî zimanê xwe bibin, wê çaxê dê zimanê me pêştir bikeve. Bi vê ve têkildar divê hemû saziyên wî zimanî, yên siyasetê, yên çandî, yên aborî bi giştî divê ev bikarin piştgiriyê ji wî zimanî re bikin. Ziman ji xwe ne zimanê şexsekî tenê ye, ne yê kategoriyekê ye, yê saziyekê ye, ziman zimanê hemû milet e. Saziyên aborî yên siyasî, yên hunerî, yên şexsî nivîskar, hunermend gava em bikarin lê xwedî derkevin wê çaxê dikare pêş bikeve. Lê me hewaleyî yekê kir an jî me hewaleyî saziyekî kir wê çaxê ziman pêş nakeve, ango ziman dê di cihekî de bisekine. Ji ber ziman serî heta dawiyê hemû mirovan têkildar dike û her kes pê ramanê xwe dibêje ji ber ku divê bi giştî xwedî lê derkevin.”

Rênas Jiyan bal kişand ser pişaftin û xwebixwepişaftinê û destnîşan kir ku divê derûniya bindestiyê bê çareserkirin. Jiyan bi lêv kir ku divê ew xwe weke mirovan asayî bibînin û girêdayî vê jî zimanê xwe wekî zimanekî asayî bibînin.

‘Divê em êdî zimanê xwe asayî bibînin’

Jiyan daxuyand ku ji gavekê wêdetir êdî hatiye ketî destê wan û wiha got: “Temam nirxên me li ber çavên me hatin reşkirin, lê em jî bi qasî serdestan dîroka xwe, zimanê xwe, şîfreyên çanda xwe li ber çavê xwe reş dikin. Ji ber wê jî xala girîng di vir de dîsa psîkolojî ye. Divê ew psîkolojî were çareserkirin. Psîkolojiya bindestiyê were çareserkirin. Êdî em xwe mirovên asayî bibînin. Em zimanê xwe zimanekî asayî bibînin. Êdî hatiye cihekî wisa ku em ji serdestan bêhtir zorê li zimanê xwe dikin. Di vê derê dixwazim mînaka Althusser bidim. Althusser alavên bîrdoziyê û tundiyê mînak dide. Berê dewlet an jî sîstemên heyî bi saziyên xwe yên tundiyê wekî artêşê, wekî dadmendiyê hwd. serdestên xwe û çanda wî d çewisinîn dû re êdî tê li astekê di sekine ku ew vedikişin. Ji xwe êdî kesên ku trajediya çand û ziman pêk tînin êdî ji ber ku wan di hundirê wê civakê de hilberandiye ava kiriye, êdî tiştekî ku bikin namîne. Ew vedikişin ji xwe re meseleyê guhdar dikin. Vêca xwe bi xwe ew mekanîzma, ew pergal xwe bi xwe xwe tune dike. Divê derê de divê em bikaribin rê li ber zirara ku em didin xwe karibin li ber wê bisekinin. Gava hate wê astê sekinî ku em fonksiyona serdestiyê xerabiya serdestiyê bicih neynîn. Ji xwe wê çaxê dê pêşketin derkeve holê.”

‘Kurdî zimanekî standarte’

Herî dawî jî Jiyan ev tişt anî ziman: “Pirseke din a serdestan a dilnexwazan, dijminê çanda me ji me re çê kiriye çi ye? Yek jê ew e ku radibin rûdinên dibêjin bi vî zimanî tiştek nabe. Yan jî dibêjin ev ziman nestandart e. Ev jî ne pirsa me ye, esas zimanê me standart e. Heke tu dê wê standardizasyonê kîjan zimanî, pergalî an xebatê tu lê bigerî ji xwe tu nikarî wê peyda bikî. Tu di zimanî de jî ew standartîzasyon tuneye. Lê ev nayê wê wateyê ku standart e. Ji xwe standartek di vî zimanî de heye. Ji ber ku hemû ziman fenomenên jîndar in, ji xwe heta dawiyê jî dê ev pirsgirêk hebin. Çawa mirov nikar e ji şexsiyeta pirsgirêka xalî bibe, lê ev nayê wê wateyê ku ziman ne standart e. Ez bi xwe kurdî bi zimanekî standart dibînim û di her warî de bikartînim. Hestên xwe û ramanên xwe jî pê vedibêjim û digihijim xwendevanên xwe jî tê fêmkirin jî.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar