Li Şirnexê di berdewama gera xwe de rastî bazirganekî ku li ber baranê sebze difiroşe hatim. Li ser çend pirsên din bazirgan aciz bû û got ku tu mecbûrî ewqas pirs bikî û ez jî bersiv bidim, jixwe rengê dengê me diyar e
Em di çarçoveya ger û geşta xwe ya şopandina hilbijartinê de îro jî li herêma Botanê li bajarê berxwedanê Şirnexê ne. Şirnex di dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê de her tim bi serhildan û berxwedanên xwe derketiye pêş. Ji ber van taybetmendiyan dewletê ji salên 1990’î ve bajar kiriye herêmeke leşkerî û bi dehan qereqol li bejahiya bajêr ava kiriye. Lê li gel vê yekê jî Şirnex ji ya xwe nehatiye xwarê. Herî dawî bi sedan cîwanê wê ji nîvê sala 2015’an heta nîvê sala 2016’an navenda bajêr kirin qada berxwedanê û bi rojan li hemberî hemû hêza teknîkî ya dewletê li ber xwe dan û şer kirin.
Em jî di roja salvegera îlankirina qedexeya derketina derve de ku mirov bi hêsanî dikare wek destpêkirina pêvajoya talankirin û wêrankirina bajar bi nav bike, ji Colemêrgê hatin Şirnexê. Di rê de leşkerên tirk em li 8 noqteyên kontrolê dan rawestandin û nasnameya me di GBT’ê re derbas kirin. Ji ber vê merîfeta leşkerên tirk a li ser rêya, me xwe di 5 saetan de gihand Şirnexê. Li Şirnexê berovajiyê rewşa li ser rêya hewake ku mizgîniya biharê dide heye. Kêfa min tê û ez di dilê xwe de dibêjim piştî sir û serma nav berfê ev hewa dê ji bo min gelek baş be.
Lê çi feyde roja din dema serê sibê ji xew rabûm, bi bilindkirina perdeya li ser pacê re hemû xeyalên min têk çûn. Rojê xatirê xwe ji Şirnexê xwestiye û cihê xwe ji mij û ewrê reş ku wek çiranekê baranê ji dibare re hiştiye. Li bajêr destpêkê bînayên TOKÎ’yê yên ku li 7 taxên hilweşiyayî hatine avakirin, bala mirov dikişînin. Bîna bi qasî 10 qatan bilind in û vala ne. Sedema valabûna wan biçûkbûn û bihabûna wan e. Bîna ji AKP’ê û Erdogan re bûne mecraya propagandayê. Li ser piraniya bînayan posterên Erdogan û alên tirk ên ku bi ser çend qatan de girtine, daleqandîne. Her hiwa hê jî li bajêr şopên şer hene û deriyên ku ji guleyan bûne wek qulê seradan ji dûr ve gazî mirov dikin.
Rû şuştî ne jî!
Li bajêr tê gotin ku namzetê AKP’ê Mehmet Yarka bê dilê xwe, bi zora serokkomar Recep Tayyîp Erdogan hatiye nîşandan. Her wiha Erdogan ji çend malbatên dewlemend jî çend kesan bi zorê kiriye lîsteya endamên meclisa şaredariyê. Ji ber çûn û hatina ferdên van malbatan, li Şirnexê berovajiyê bajarên din li buroyên AKP’ê hinek liv û tevger heye. HDP’î vê liv û tevgerê micid nabînin û dibêjin ku gelek malbatên ku ji tirsa diçin buroyên AKP’ê hatine ji wan re piştgiriya xwe aşkera kirine û gotine ku dê li ser sindoqê deng bidin wijdana xwe.
Balkêş e li bajêr AKP’î bi HDP’iyan re ketine pêşbirka çûyîna dewetan. Bêyî ku kes bangê wan bike ji ber xwe ve diçin dewetên malbatên welatparêz. Çend ciwanên ku şahidiya çûyîna dewetan a AKP’iyan kirine têkildarî rewşa wan a li dewetan agahî dan min û gotin ku bi hatina wan re dîlan tê rawestandin û piraniya maqûlên dewetê bi nîşaneya serkeftinê bertek nîşanî hatine wan didin. Cîwanan destnîşan kir ku li ser van bertakan AKP’î ji dewetan diçin û beriya roja hilbijartinê bi vê rêbaze bersiva xwe digirin.
Di etra loqek nan de ye
Li Şirnexê jî wekî bajarên din ên ku em li geriyan piraniya kesên ku diaxivin naxwazin navê xwe bidin û wêneyên wan bên kişandin. Min çentê xwe di bin montê xwe yê ku baranê derbas nake de avêtiye milê xwe û li ber baranê li kuçe û kolanên ku ji ber talan û wêrankirina dewletê mane digerim. Herê çentê min şil nabe lê devzendikên piyê min heta nivê çoka min şil bûne. Bi vî halî xwe li ser rêya ku diçe Qilebanê min xwe li dikanekî girt û pirsa rewşa hilbijartinê ya li bajêr ji xwediyê dikanê Ahmet Kabûl kir. Kabûl got ku ew ji bo ku eslê xwe winda nekin dê dengê xwe bidin HDP’ê.
Di berdewama gera xwe de rastî bazirganekî ku li ber baranê sebze difiroşe hatim. Ji ber ku hewa sar e bazirgan di tenekekî de ji xwe re agir kiriye û xwe daye ber agir. Li ser pirsa min a têkildarî encamên hilbijartine vê bersivê da min: “Babê mino vê şilî û sermayê ez ketime etra loqek nan tu jî ketî etra encamên hilbijartinê. Ji bo kîjan bi xêr be û diziyê neke bila ew bi ser bikeve. Jixwe ev jî diyar in ku kî ne. Hewce nake ez bibêjim.” Li ser çend pirsên din bazirgan aciz bû û got ku tu mecbûrî ewqas pirs bikî û ez jî bersiv bidim, jixwe rengê dengê me diyar e.
Şirnexî naxwazin mala xwe xera bikin
Li kuçeya hunerê ya bajêr ku hejmareke zêde polîs lê hene jî min xwe gihand çend kesan. Polîs hem li serê kuçeyê û hem jî li dawiya kuçeyê di maşîneyên xwe yên zirxî de bi awirên xwe mirov tacîz dikin. Dema min xwest bikevim qeweyekî, cîwanekî ku temenî wî dora 20’î di ber min re derbas bû û çêreke bi keys bi polîsan kir û ev tişt gotin: “Nizanim çi ji me dixwazin. Ma em mecbûr in her kêlî wan bibînin. Em serê sibê tên li vir in, danê nîvro tên li vir in û evarê tên dîsa li vir in. Êdî em ji dîtina wan aciz dibin. De êja were mala xwe xera bike û deng bide xwediyê van maşîneyên zirxî.”
Saet derdora 14.00’an e û qet niyeta baranê tune ye bisekine. Piraniya kesên ku ez wan bi zorê didime axaftin heman tiştî dubare dikin û dibêjin ku dê ew dengê xwe bidin HDP’ê. Li gel ku li gorî bajarên din liv û tevgera li buroyên AKP’ê zêde ye jî hemû kesên ku min xwe gihand wan diyar kirin ku dê dengê xwe ji bilî HDP’ê nadin tu partiyê. Tu kesî piştgiriya xwe ji bo AKP’ê aşkera nekir. Ji ber ku buroyên AKP’ê bi maşîneyên zirxî dorpêç kirîne ne pêkane ku mirov xwe bigihîne wan.
Piştî vê ger û geşta xwe ya nav bajêr çûm Rêxistina HDP’ê ya Bajêr û bi namzetên hevşaredariya bajêr Nûrcan Alturk û Hîşar Osal ku xwe ji bo têkbirina pergala qeyyûm a Şirnexê amade dikin re hevdîtin pêk anî. Taybetmendiya hevpar a her du namzetan ew e ku heta niha di siyasetê de cih negirtine û hê nû dikevin siyasetê.
Şirnexiyan hevserokatiyê qebûl kiriye
Namzet Nurcan Alturk di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser bînayên TOKÎ’yê û wiha got: “Bînayên TOKÎ’yê bi pirsgirêk in. Qatên bînayan gelek zêde ne û axa Şirnex nikare van qatan hilgire. Malbatên Şirnexê qerebalix in û her tim xwedî mêvan in. Ji ber vê sedemê bînayên ku hatine çêkirin biçûk in jî û kêrî şirnexiyan nayên. Dema em bên hilbijartin bi komeke pispor li ser zemîna bînayan lêkoklînan bikin. Bînayên ku zemîna wan nesaxlem be dê em ê destûr nedin ku gel bikeve van bînayan.
Alturk di berdewamê de jî qala nêzikbûna pergala hevserokatiyê ya li Şirnexê û pirsgirêkên jinan kir û ev tişt anîn ziman: “Gelê Şirnexê pergala hevserokatiyê qebûl kiriye. Ji ber ku hevserokatiya min hinek dereng hat aşkerakirin, gel her tim dihat partiyê û dipirsî ku dê hevseroka jin kîngê bê diyarkirin. Ev yek jî nîşan dide ku gelê Şirnexê çiqas girîngiyê dide pergala hevserokatiyê. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan jî dema em bên hilbijartin hemû saziyên şaredariyê yên ku qeyûm girtiye dê careke din vebikin û jinê tevlî jiyana aborî bikin.”
Enstîtuya hilberînê vedikin
Namzet Hîşar Osal jî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser hilweşandina bajêr û civaka Şirnexê û wiha axivî: “Ji sedî 60’ê Şirnexê xera bûye. Ji ber vê xerabûna bajêr civaka bajêr jî gelek êşiyaye. Ne tenê bajêr xebarabûye di heman demê de civaka bajêr jî weke bajêr xera bûye. Piştî ku em bên hilbijartin her tiştê xwe li ser bingeha avabûna civakê ava bikin. Avabûna bajêr jî li ser avabûna civakê ye. Dê xizmetên ku bên kirin ji bo vê yekê bên kirin.
Osal anî ziman ku ji ber sedemên dîrokî gelek pirsgirêkên bajarê wan hene û ji bo çareserkirina van pirsgirêkan jî ev tiş gotin: “Em ê li ser du esasan van pirsgirêkên xwe çareser bikin. Yek ji li ser silha civakî yek ji jî li ser hilberînê. Em ê ji bo pêşxistina hilberînê enstîtuyekê vekin û bi vê yekê dê hilberînê bi pêş bixin. Em ê bi kadroyên pispor di gelek qadan de kooperatîfan ava bikin û bi vê yekê helw bidin ku qadên xebatê ji gelê xwe re vebikin.”
Ji bo vegera gelê Şirnexê yên li derveyî bajêr jî Osal diyar kir qeyûm îmarê daye rawestandin û destûr nade ku şirnexî li gorî çanda xwe avahiyan lê bikin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Dema em bên hilbijaretin destpêkê em ê îmara ku niha qeyûm daye rawestandin revîze bikin û destûr bidin ku gelê me mehkûmî bînayên TOKÎ’yê nebe û li gorî çanda xwe avahiyan ava bike.