PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Reşad: Stêrk TV û Medya Haber TV deng û rengê kurdan digihînin

Rojnamegerê li bajarê Hewlêrê Ferman Reşad diyar kir ku êrîş û serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV ji aliyê polîsê Belçîkayê ve bi tu awayî nayê qebûlkirin.

Serê sibeha 23’yê polîsê Belçîkayê ser avahiya Stêrk TV û Medya Haber TV de girt, di serdegirtinê de dest danîn ser gelek kelûpelên her du kanalan û gelek kelûpel jî şikandin. Vê yekê bertekek tund ya gelê kurd, rojnameger û kedkarên Çapemeniya Azad, saziyên çapemeniyê yên navneteweyî û dostên kurdan bi xwe re anî.

Di vê der barê de rojnamevanê ji bajarê Hewlêrê Ferman Reşad êrîş û serdegirtina li ser kanalên Stêrk TV û Medya Haber TV ya ji aliyê polîsê Belçîkayê ve bi tundî şermezar kir û got; “Li nav dilê Ewropayê welatê Belçîkayê ku behsa demokrasî, azadiya raman, azadiya çapemeniyê û mafên mirovan dike, lê di serdegirtina her du kanalan de ispat kir ku ew ji van prensîbên mafên mirovan û azadiya çapemeniyê dûre ku bi awayek korsanwarî bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV  de digirin ku ev kanalane deng û rengê azad yê gelê Kurd digihîne raya giştî û cîhanê.”

Di dewama axaftina xwe de rojnamevan Ferman Reşad got; “Êrîşkirina ser kanalên Stêrk TV û Medya Haber TV ji aliyê polîsê Belçîkayê ve ji prensîb û pîvanên azadiya çapemeniyê û ramanê ya Belçîkayê dûrin. Ji ber ku ev her du kanalên televîzyonê ji bo gihandina dengê azad yê gelê Kurd ji her çar parçeyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê re dixebitin.”

Rojnameger Ferman da zanîn ku kanala Stêrk TV û Medya Haber TV du saziyên çapemeniyê yên gelê Kurdin ji bo gihandina dengê gelê Kurd ji cîhanê re, ji ber ku deng û rengê Kurdane û got; “Lewma ev hewldaneke Belçîkayê ye li dijî gelê deng û rengê resen yê gelê Kurd. Bi rêya bikaranîna zexta li ser van saziyan dike, dixwaze bêdeng bike, da ku Kurd dengê xwe ji bo bidestxistina mafên xwe yên netewî û çandî negihîne cîhanê.”

Di dawiyê de rojnameger bajarê Hewlêre Ferman Reşad têkildarî rol û gihanda dengê Kurdan ji cîhanê re ya van her du kanalan wiha got; “Ev her du kanalên Stêrk TV û Medya Haber TV xwedî rol û mîsyoneke xwe ya taybetin di gihandina dengê gelê Kurd de, lewra li rastî êrişa polîsê Belçîkayê hatin. Lewra em bang li rêkxistinên mafên mirovan yên navnetewî û rêkxistinên derbarê azadiya raman û çapemeniyê de xebatan dimeşînin li dijî vê helwesta Belçîkayê dengê xwe bilind dikin, helwesta xwe bi awayek cidî nîşan bidin. Da ku ev nêzîkatiya korsanwarî careke din dubare nebe û cesaretê nekin bi ser avahiya van kanalan de bigirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar