Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

‘Revandina Ocalan an revandina şoreşê li herêmê’

Ocalan di cotmeha 1998`an de ji Sûriyeyê derket, ev destpêka komployê bû.Komployê heta revandina Abdullah Ocalan di 15`ê Sibata 1999`an de berdewam kir. Komploya li ser Rêber Ocalan hêşt ku şoreşên Rojhilata Navîn têk biçin.

 Silêman Şefîq

Ez ji 1978`an ve li Beyrûtê dijîm, tev li refên şoreşa Filistînê bûm. Wê demê min şoreşgerên kurd nas kirin. Piştî damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê bi serokatiya Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê, dewleta tirk bi hemû rêbazan hewl da PKK`ê û rêveberiyên wê tune bike. Ji ber wê, Rêber Abdullah Ocalan di 1979`an de ji Tirkiyeyê çû Rojava. Piştre bi salekê tam di 12`ê îlona 1980`yî de bi serkêşiya generalê tirk Kenan Evren li Tirkiyeyê derbeya leşkerî pêk hat. Armanc têkbirina tevgerên şoreşger bû. Tirkiyeyê nekarî PKK`ê tune bike. Piştî ku hêzên Berxwedana Filistînê ji Beyrûtê derketin, ez ji bo xwendinê vegeriyam Moskovê. Li wir min şoreşgerên kurd, bi taybet ên ji PKK`ê zêdetir nas kirin. Ji 1982`yan heta 1991`an min xwendina xwe li ser kêmneteweyên etnîk, olî û çandî yên li Rohilata Navîn temam kir.

Sala 1992`yan, min wekî berpirsê yekitiya kêmneteweyan li Navenda Îbn Xeldûn ya bi rêveberiya Dr. Seed El Dîn Îbrahîm kar kir. Ez alîkarê wî bûm. Min serdana piraniya herêmên kurdan ên li Kurdistana Iraqê, Sûriye, Lubnan, Amed û Rûsyayê kir û bi serokên mîna Talebanî, Barzanî û yên din nas kirin û mezinahî û êşên gelê kurd nas kirin.

Min Partiya Karkeran, Rêber Ocalan, hewldana kuştina wî ya binkeftî ji aliyê dewleta tirk ve di 6`ê gulana 1996`an de li Sûriyeyê, dişopand.

Tirkiyeyê piştre ji bo derxistina Rêber Ocalan ji Sûriyeyê zext li hikumeta Şamê kir. Ocalan piştî gefên Tirkiyeyê yên şer ji Sûriyeyê derket, Sûriye jî di dawiya dawî de teslîmî zextên Tirkiyeyê bû. Ocalan di cotmeha 1998`an de ji Sûriyeyê derket, ev destpêka komployê bû.

Komployê heta revandina Abdullah Ocalan di 15`ê Sibata 1999`an de berdewam kir.

Piştî çend rojan ji destgîrkirina Ocalan li paytexta Kenyayê Naîrobiyê, rojnameya The New York Times got ku zextên dîplomatîk û ewlehî yên Washingtonê yên heta 4 mehan hişt ku Tirkiye Ocalan destgîr bike.

Vegotina van bûyeran ne ji bo bibîrxistina dîrokê ye, lê belê ji ber ku di wê demê de yekemîn nêrîna aştiyane ya 2 serokên mezin derketin, ya Abdullah Ocalan li ser doza kurd bi taybet li Tirkiyeyê, ya Yasir Erefat jî bi rêya Osloyê (1993), bidawîkirina şerê çekdarî li Lubnanê û derxistina nakokiyan di navbera aliyên kurd de li Iraqê, piştre revandina Ocalan û heta bi kuştina Îshaq Rabin (1995). Girêdana di navbera van her duyan de ji ber vê ye, rastgirê siyonîst li dijî her projeyeke aştiyê li herêmê bû ku bihêle kurd an filistînî doza xwe bi awayekî aştiyane bi ser bixin. Ne dûr bû ku Iraq di 2003`yan de bê dagirkirin û Erefat di 2004`an de bê jehrîkirin û kuştin.

Divê li ser çawaniya jihevxistina şoreşgeriya Kurd-Filistîniyan bê rawestandin. Me dît çawa tevgerên kurd ên li Iraqê yên dijberî dîktator Sedam Huseyn bi opozîsyona alîgira dagirkeriya Amerîkayê re li hev kir. Li aliyê din jî, Erefat û şoreşa Filistînê di dagirkirina Kuwêtê de piştgirî dan Sedam. Kê, ji bo ku komplo biçe serî, piraniya dewletên ereban ji bo dagirkirina Iraqê beşdarî Koalîsyona Navneteweyî bûn. Bê guman, ji berê de û her tim ez dijberî dîktatoriya Sedam Huseyn û sûcên şer ên li dijî kurdan û di nav de şerê kîmyewî bûm. Lê min hewl da vê bêjim; revandina serok Abdullah Ocalan a bi agahiya emperyalîzm û siyonîzmê, destpêka vê pêvajoyê bû:

Yek; dorpêçkirina şoreşa kurdî yan filistînî, di nav de hevbendiyên kurdî li Iraqê yan li Sûriyeyê yên yekser û neyekser bi Amerîkayê re.

Du; xwekişandina Misirê û piraniya dewletên ereban ji şerê Ereb-Îsraîlê.

Sê; hilweşîna Yekitiya Sovyetê, niha jî hewldana jihalxistina Rûsyayê bi rêya şerê Rûsya-Ukraynayê.

Ev dihêle ku ez wiha bifikirim; têkoşîna ji bo saxhiştina Abdullah Ocalan karekî şoreşgerî ye. Ji ber ku Partiya Karkeran yekane partiyê kurdî ya li herêma ereban e, yê ku tê dikoşe û ne bidawîkirina şerê çekdarî, ne jî bi nêrîna xwe ji bo aştiyê teslîm nebû. Ev tişt şoreşgerên Vîetnamê tîne bîra min. Ev partî cuda ye û bi hevbendiyên siyasî yan olî yên biguman qirêjî nebû.

Partiya Karkeran, yekane hebûna şoreşgerî li Rojhilata Navîn e ku li hemberî komployê disekine, xwedî baskên leşkerî û siyasî ye, bi destekî çekê radike, bi destê din şaxê zeytûnê. Ev tevahî jî girêdayî rêveberiya Ocalan e. Xwedê emrê wî dirêj bike û wî ji qeydan rizgar bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar