Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Revandina rojnamegeran kiryarekî metirsîdar e’

Rojnameger Coyî Hedad diyar kir ku desthilata Başûrê Kurdistanê berpirsyarê revandina rojnameger Silêman Ehmed e û wiha got: “Revandina rojnamegeran kiryarekî metirsîdar e û gefê li azadiya wan dixwe. Pêwîst e her kes ji bo misogeriya azadî û ewlehiya rojnamegeran alîkar be.”

Rojnameger û edîtorê beşa erebî ya ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed di 25’ê cotmehê de xwest ji bi ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe ji hêla çeteyên PDK’ê ve hate revandin û ev 175 roj in agahî jê nayê girtin.Ji zêdetirî 5 mehan ve desthilata Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) revandiye û der barê çarenivîsa wî de tu agahiyan nade. Tevî hemû bangên aliyên berpirs û komeleyên hiqûqî ji bo diyarkirina sedema revandina wî û berdana wî, lê belê heta niha rewşa wî aşkera nekiriye.

Edîtoriya malpera “Sehafe Bîle Hidûd” (Rojnamegeriya Sînornenas) a Lubnanê Coyî Hedad derbarê rewşa rojnameger Silêman Ehmed de axivî. Rojnameger Coyî Hedad diyar kir ku tevî peyman û qanûnên navneteweyî yên parastina rojnamegeran û azadiya tevger û pênûsa wan, lê dîsa jî jiyana wan li wan dibe kabûs û wiha got: “Siyaseta bêdengkirinê ji derekê digihîje dereke din. Revandina hevpîşeyê me Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve jî mînak e. Nexasim ku ev 175 roj e tu agahî der barê rewşa wî de nehatine girtin.”

Hedad bang li desthilata Herêma Başûrê Kurdistanê kir ku rêzê ji qanûn û peymanên parastina rojnamegeran re bigire û wiha domand: “Li hemberî her tiştekî ku bê serê Silêman Ehmed desthilata Kurdistanê berpirs e. Li hember van kiryarên li dijî rojnamegeran bêdengî nabe, kî dibe bila bibe pêwîst e aliyên sûcdar bên cezakirin. Divê civata navneteweyî parastina rojnamegeran bike. Revandina rojnamegeran kiryarekî metirsîdar e û gefê li azadiya wan dixwe. Pêwîst e her kes ji bo misogeriya azadî û ewlehiya rojnamegeran alîkar be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar