Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rêveberê kurd ê di dema hevdîtina dîplomatîk de hat qetilkirin: Dr. Qasimlo

Di 13’yê Tîrmeha 1989’an de yek ji serok û rêveberê kurd Dr. Ebdulrehman Qasimlo tevî du hevalên xwe dema li Viyanayê bi rejîma Îranê re li dora maseya danûstendinan bûn hatin qetilkirin.

Doktor Qasimlo 22’yê Kanûna sala 1930’î li gundekî girêdayî bajarê Urmiyê yê rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû.

22’yê Çileya 1946’an dema li Qada Çarçirayê ya Mehabadê ala Kurdistanê li ba bû, Ebdulrehman Qasimlo xwendekarekî 16 salî bû û li Tehranê xwendekar bû. Qasimlo endamê partiya Komunîst Tûdey bû û bû şahidê hilweşandina Komara Mehabadê, darvekirina Qazî Mûhammed a li Çarçirayê. Van bûyeran bandora xwe li ser jiyana Qasimlo kir.

Partiya sosyalîst a sala 1948’an li Çekoslovakyayê hate ser hikum, ciwanên Tûdeyî vexwend welatê xwe. Di nav van ciwanên Îranê de tenê kurdek hebû, ew jî Ebdulrehman Qasimlo yê 18 salî bû.

Qasimlo sala 1957’an li Zanîngeha Pragê êdî bibû hîndekar. Piştî bêdengiya 20 salan a Mehabadê, li rojhilatê Kurdistanê sala 1967’an, di Newrozê de hinek ciwanan li hemberî rêveberiya Şah Pehlewî bi derfetên biçûk dest bi berxwedanê kirin.

Di sala 1973’yan de Qasimlo bû Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î). Dirûşma wî ya kongreyê de jî ev bû ‘Ji Îranê re demokrasî, ji Kurdistanê re otonomî’.

Şerê Îran û Iraqê yê sala 1980’î qedera rojhilatê Kurdistanê guherand. Şerê heta sala 1984’an bi giranî dewam kir, nêzî 10 hezar pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan. Qasimlo jî baregeha xwe biribû çiyayê Qendîlê. Di nîvê sala 1980’an de bi qasidiya Serokê YNK’ê Celal Talabanî bi Tehranê re têkilî danî.

Her du alî cara pêşî 30’ê Kanûna 1988’an li mala Xebat Marûf ê YNK’yî li hev civiyan. Civînê du rojan dom kir. Qasimlo ji daxwaza ‘Perwerdehiya bi kurdî, bila kurdî bibe zimanê duyem ê fermî’ daneket. Piştî mirina Xûmeynî Rafsancanî hate dewsa wî û muzakereyan dîsa dest pê kir.

Di navbera Qasimlo û rejîma Îranê de ku du caran danûstendin pêk tên, Qasimlo ji van guftûgoyan bê hêvî dibe. Qasimlo lewma dixwaze di danûstendina sêyemîn de li şûna wî Seîd Şerefkendî beşdar bibe. Lê Îran vê daxwazê red dike. Şandeya Îranê daxwaz dike ku Qasimlo bi xwe tev li bibe.

Di muzakereya sêyemîn de şandeya Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê du merc danîbû. Yek ji wan ew bû ku Celal Talabanî beşdarî danûstendinan nebe. Ya duyem jî ji bilî kesên danûstendinê bikin, kes neyê cihê civînê. Ango parêzvan li wir nebin.

Doktor Qasimlo û du hevalên xwe 13’yê Tîrmeha 1989’an bê parêzvan diçin cihê danûstendinê. Her du şande li dora maseyê rûdinin. Piştî çend deqeyan şandeya Îranê, bi guleyan êrîş dike. Di êrîşê de Doktor Qasimlo û her du hevalên xwe şehîd dikevin. Çavkanî: Berhem Letîf /Rojnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar