Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Rêveberê DEM Partiyê Ahmet Gun li Sêgirkê hat definkirin

Endamê Meclîsa Şaredariya Sêgirkê ya Partiya DEM’ê û rêveberê partiyê Ahmet Gun ku di êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest da, li Sêgirkê hate definkirin.

Endamê Meclîsa Şaredariya Sêgirkê û rêveberê DEM Partîiyê Ahmet Gun ê ku li gundê Taloka yê navçeya Qileban a Şirnexê di encama êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû, spartin axê. Gun ê ku danê sibehê dema bi kurê xwe re diçû darên zivistanê berhev dikir rastî êrîşa çekê hat, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Gun ê ji bo otopsiyê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, piştî karên otopsiyê ji aliyê malbatê ve hat wergirtin û ji bo definkirinê birin bajarokê Sêrgirkê.

Cenaze bi konvoyeke qelebalix bi tevlîbûna rêxistinên bajar û navçeyan ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partî, Meclîsa Dayikên Aştiyê û MEBYA-DER’ê anîn Goristana Serê Gund. Piştî nimêja cenaze li goristanê hat kirin, cenazeyê Gun bi dûayan ve hat definkirin.

Hevserokê DBP’ê yê Qilêbanê Abdullah Yaman piştî definkirinê axaftinek kin kir û got, “Hevalê me Ahmet ji bo gel, dost û hevalên xwe weke qesr û mal bû. Hevalê me Ahmet kesekî mutewazî û welatparêz bû. Ew kesekî dilsozê ziman, çand, erdnîgarî û neteweya xwe bû.”

Kujerê Gun dewlet bi xwe ye

Yaman anî ziman ku Ahmet Gun 40 sal in kedkarê gel û rêxistina xwe ye û wiha got: “Hevalê me Ahmet îro ji aliyê zaliman ve bi awayekî neheqî hat şehîdkirin. Heval Ahmet ne ji aliyê kesekî ve ji aliyê dewletê bi xwe ve hatiye kuştin. Zarokên gelê Kurd 40 sal in her roj ji aliyê hêzên tarî ve tên şehîdkirin. Zîhniyeta dewletê bi salan bû sedem ku hevalê me Ahmet û gelek kesên wekî wî şehîd bibin. Hz. Elî dibêje ku li dinyayê du cure zilm hene. Yê pêşî yê ku zilmê dike û yê duyem jî yê li zilmê temaşe dike. Ji ber vê sedemê bila tu kes li zilma li ser hevalê Ahmet temaşe neke û qebûl neke. Ger em vê zilmê qebûl bikin em ê jî bibin şirîkê vê zilmê. Ji hemû gelê kurd re sersaxiyê dixwazim.”

Piştî definkirinê gel ji bo sersaxiyê çûn mala malbata Gun.

Sersaxiya ji bo Gun wê li mala malbatê ya li taxa Tolîgiyayê bê qebûlkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar