Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Rêveberiya Başûr hewl dide komkujiyê rewa nîşan bide

Hikûmeta başûrê Kurdistanê têkildarî komkujiyên dawî yên ku dewleta tirk li Gonîş û Kortekê pêk anîn, daxuyanî da. Hikûmetê di daxuyaniyê de gerîlayên PKK’ê sûcdar kirin û hewl da ku komkujiyên dewleta tirk rewa nîşan bide

Rêveberiya Hikûmeta Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê têkildarî komkujiyên ku dewleta tirk li Gonîş û Kortekê ya başûrê Kurdistanê pêk anîn, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Hikûmeta başûrê Kurdistanê weke her carê, li şûna ku komkujeran şermezar bike û helwesta xwe zelal bike, hewl da ku bi sûcdarkirina gerîlayên PKK’ê re komkujiyê rewa bike.

Daxuyaniya sosret a hikûmeta herêma Kurdistanê wiha ye:

“Ji ber bombebarana li ser herêmên sînor ku bûne sedema qurbaniya welatiyên sivîl, em gelek xemgîn û bi fikar in. Ji ber vê sedemê em sersaxiyê ji malbat û xizmên kesên ku jiyana xwe ji dest dane dixwazin. Ji ber ku endamên PKK’ê bi rengekî bêperwa diçine nav gundan û jîngehan, li ser jiyana welatiyên me yên herêmê rîskê çêdike û her wiha ev dibe sedem ku mirov li welatê xwe jî venegerin.

Em ê destûrê nedin ku sînor li dijî ewlehiya welatên cîran mîna hêmana geflêxwarinê were bikaranîn. Ji ber ku, ji ber van êrîşan ziyan digihe ser welatiyên me. Divê qadên jîngehê nebin hawîrdora bombebaran û şer, her wiha endamên PKK’ê jî divê ji gundan dûr bikevin û li ser jiyana sivîlan talûkeyê çêneke. Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê, têkildarî bombebarana ku van rojên bihurî, fikarên xwe ji bo Tirkiyeyê ragihandine û xwestiye ku ev rewş neyê dubarekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar