Girtî Gazî Mûratoglu ku li Girtîgeha Jimar 1 a Tarsûsê tê girtin bi rêya dayika xwe têkildarî binpêkirinên li girtîgehê agahî dan û wiha got: “Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Her wiha dema em pirsgirêkên xwe ji rayedarên girtîgehê re dibêjin jî bersiva; ‘Hûn PKK’î ne û mafê we yê jiyanê nîne’ didin.”
Girtiyê bi navê Gazî Mûratoglu li Girtîgeha Jimar 1 a Tarsûsê tê girtin. Mûratoglu di 18’ê kanûnê de li girtîgehê bi dayika xwe re hevdîtin kir û binpêkirinên li girtîgehê ragihand. Dayika Mûratoglu, Hanim Mûratoglu têkildarî mijarê ji MA’yê re axivî.
Girtî Mûratoglu bi rêya dayika dayika xwe ev agahî parve kirin: “Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Bi taybet jî daxwaza girtiyên nexweş Nesîp Yapici û Mûstafa Abî ya ji bo sewqkirina nexweşxaneyê nayê bersivandin. 20 girtî di qawîşekê de dimînin lê xwarina 10 kesan tê dayîn. Dema em ji rêveberiya girtîgehê re van pirsgirêkan radigihînin jî bersiva; ‘Hûn PKK’î ne û em çi bixwazin dikarin bi serê we bînin. Mafê we yê jiyanê nîne’ didin. Girtiyên nexweş ên pîr piştî hevdîtinê bi saetan li qorîdorê li ser pêyan tên hiştin.
Hemû çalakiyên me hatine qedexekirin. Amûrên bi kargoyê tên radestî me nakin. Amûrên li qantînê gelek bihane. Ji ber vê jî em nikarin pêwistiyên xwe pêşwazî bikin. Îşkenceyeke bi pergalî tê meşandin. Her tiştên ku derûniya mirovan xera dikin li vir tên kirin. Di dema li korîdorê û jimartinê de gardiyan heqaretê dikin.”
Serî li ÎHD’ê da
Dayik Hanim Mûratoglu ku 2 zarokên wê girtî ne ji ber binpêkirinên li Girtîgeha Jimar 1 a Tarsûsê serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mersînê da û piştgiriya hiqûqî xwest. Mûratoglu bi lêv kir ku ji ber jiyana xwe kurê xwe û girtiyên din bifikar e. MÊRSÎN