Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Rêveberiya Şengalê: Ji PDK’ê re bejin êdî bes e

Rêveberiya Xweser a Şengalê diyar kir ku hevkariya PDK'ê ya bi dewleta tirk re ji bo tevahiya Kurdistanê felaketeke mezin e û bang li raya giştî ya kurd kir ku ji PDK'ê re bêjin 'Êdî bes e'

Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî êrîşên dewleta tirk a dagirker û PDK’ê yên li dijî gerîla daxuyaniyek da.

Rêveberiyê di destpêkê de bal kişand ser dijminatiya dewleta tirk a li civaka êzidî û bi bîr xist ku zêdeyî 360 gundên êzidiyan bi destê dewleta tirk hatine xerakirin, bi sed hezaran êzidî ji ber vê yekê koçber bûne û wiha got: “Bi milyonan kurdên li Tirkiyeyê, ziman û nasnameya wan qedexekirî ye. Kûrbûna qedexeyê welê bûye ku xortekî kurd ji ber straneke bi kurdî guhdarî dike dikare bê kuştin û hesabê kuştina wî neyê pirsîn. Kesên ku kurdan dikujin weke qehreman didin nasîn.”

Rêveberiya Şengalê diyar kir ku li gel dijminatiya li gelê kurd, dewleta tirk her wiha neyarê xwezaya Kurdistanê ye û wiha dewam kir: “Li hemberî kevir û darên çiyayên Kurdistanê bi kerb û kîn in, rojane daristanên çiya talan dikin. Li hemberî gerîla gaza jehrî bikar tînin, dîlên şer îdam dikin. Herî dawî 3 kes bi gaza jehrî ya topên dewleta tirk li gundê Kanî Masî bi jehrê ketin.”

Rêveberiyê pirsa ‘Gelo çima PDK ser vê bûyerê digire û di aliyê din de jî êrîşî gerîla dike?’ kir û ev tişt anî ziman: “Divê kes hêviyê ji dijminê xwe neke! Lê tiştê em lê ecêb dimînin û nikarin mane bidinê, PDK çi li ba vî dijminî dîtiye ku ewqas jê re sibe alîkar? Beriya demekê PDK’ê 3 gerîla êsîr girtibûn, ruxmê banga HPG’ê jî PDK bêbersiv ma. Herî dawî jî 7 gerîla li Zapê bi bêbextî kirine kemînekê û şehîd xistine. Li ser Şengalê jî şerekî bi sîxur, fesadî û bêbextiya dike û êrîşên dijminan rewa dibîne, kurdan û êzidiyan sûcdar dike.”

Rêveberiya Xweser a Şengalê bal kişand ser bombardûmana balafirên şer ên dewleta tirk li ser kampa koçberan a Qadiya û wiha got: “Weke ku êzidiyan ev êrîş kiriye, nîşan dan û qet behsa balafir û êrîşa dewleta tirk nekirin. Em vê meşa PDK’ê pir xeter dibînin. Gelo çima PDK qet carekê behsa zordarî û zilma dewleta tirk nake? Gelo PDK wisa kor bûye ku tu şaştiyê di dagirkeriya dewleta tirk de nabîne? Çawa dikarin vê rûreşiyê li ser xwe qebûl bikin, destê xwe heyanî enîşkê bikin nav xwîna keç û xortên kurdan?”

Di dawiya daxuyaniyê de ev nêzîkatiya PDK’ê bi tundî hat şermezarkirin û daxuyanî wiha hat bidawîkirin: “Em bang li kurdên welatparêz, pêşmergeyên xwedî wijdan, partî û saziyên kurdperwer, rewşenbîr, jin, ciwan, serokeşîrên kurd dikin ku li hemberî van kiryarên PDK’ê xwedî helwest bin û rê lê bigirin. Ji PDK’ê re bêjin êdî heyanî vê derê û bes e. Ji hevkarî û alîkariya dijmin şûnde vekişin, destê kurdan nekin nav xwîna hev. Wê ev tevgerîna PDK’ê bibe sedema felaketeke mezin ji her çar parçeyên Kurdistanê re. Başûrê Kurdistanê ne mala bavê kesî ye, her malbateke kurd li başûrê Kurdistanê şehîd daye, ked daye, xwîna xwe daye. Mafê wan jî heye aştî û şer diyar bikin û rêz li nêrînê wan were girtin. Kurdistanê teslîmê dagirkeran nekin, zext li PDK’ê bikin xwe ji vî şerê bêeman ê ku ferz dike, şûnde bikişînin. Ger PDK neke divê zarokên wê, çeka kurdan ku pê kurdan bikuje qet nedin ser milê xwe.” ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar