Rêveberiya Kampa Holê beşa 7’emîn a koçberan ku ji 111 malbatan pêk dihat jî bi kefaleta rûspiyên herêmê ji kampê derxistin
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser daxwaza malbatan û bi kefaleta rûspiyên herêmê, ji kampê vediguhezîne cihên pêwîst. Di vê çarçoveyê de rêveberiya Kampa Holê li ser daxwaza malbatan û bi kefaleta rûspiyan, beşa 7’emîn a malbatan jî ji kampê derxist.
Hat zanîn ku hejmara malbatan 111’e û ji 366 kesan pêk tê. Rêveberiyê ji bo derketina wan wesayît amade kirin û li Reqayê dê ji aliyê rûspiyên eşîran ve bên wergirtin.
Li gorî agahiyên ji berpirsê beşa veguhestina koçberan a ji kampê Mihemed Elî, heta niha 2 hezar û 500 kes ji kampê Holê hatine derxistin. HESEKÊ