Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 zarokên ku bavê wan DAIŞ’î bû û di şer de hatibû kuştin, radestî sefîr û nûnerê Fînlandiyayê yê li NY’yê Jussi Tanner kir
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê du zarokên fînlandî yên 7 salî ku û bavê wan di nava DAIŞ’ê de hatine kuştin, radestî sefîr û nûnerê Fînlandiyayê yê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Jussi Tanner kir.
Merasîma radestkirina zarokan li Daîreya Têkililyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Qamişlo pêk hat. Di merasîmê de hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebdulkerîm Umer û cîgirên wî, cîgira seroka Desteya Jinê Rûken Mele Îbrahîm, cîgira Desteya Jin a Herêma Cizîrê Evîn Qafûr û endama Buroya Têkiliyên Giştî ya YPJ’ê Aytan Îsa amade bûn. Ebdulkerîm Umer û Jussi Tanner belgeya radestkirin û wergirtina herdu zarokan îmze kirin.
Di merasîmê de Ebdulkerîm Umer li ser navê Rêveberiya Xweser plaketeke ku wêneyê Arîn Mîrkan li ser neqişandî bû, pêşkêşî hikûmeta Fînlandiyayê kir. Di merasîmê de Tanner spasiya Rêveberiya Xweser kir û wiha got: “Ez dixwazim balê bikişînim ser keda mezin a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku tevahiya mirovahiyê parast. Ev hêze, cihê rêzdariyê ye. Her wiha bi serkeftina Rêveberiya Xweser û saziyên wê û keda ku dide em mat kirin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta niha 170 jin û 175 zarok radestî hikûmetên Fransa, Belçîka, Almanya, Hollanda, Siwêd, Brîtanya, Amerîka, Kazaxistan û Australyayê kirine. QAMIŞLO