Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Rêveberiya Xweser a Şengalê: Êş û aqûbeta me yeke

Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî êrîş  û hewildanên dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê got: “Em berxwedana gelê xwe yê li Mexmûrê silav dikin. Em dibêjin êş û aqûbeta me û xelkê Mexmûr yeke, heya dawî emê bi gelê xwere bin û bi îradeya xwe emê bi serbikevin.”

Rêveberiya Xweser a Şengalê li ser hewildanên dorpêçkirina Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) daxûyaniyek nivîskî da. Di daxûyaniyê de hat diyarkirin ku ji aliyê hikûmeta Sûdanî ve hemleyek li dijî îradeya gel hatiye despêkirin û ev hemle niha li Şengal û Mexmûr ketiye meriyetê.

Daxûyaniya Rêveberiya Xweser a Şengalê wihaye;

“Li himberî gelê me yê Mexmûrê hewildanên dorpêçê hene, ev hewildan ne ji valahiyekê tên belkû ji bo hin armancên cudatirin. Wek tê zanîn bi dehên salaya gelê me yê Mexmûr ji bo dest ji doza xweya kurdîtiyê bernede û teslîm dewleta tirk a faşist nebe xeta koçberiyê hilbijartiye. Di nava 30 salî de rastî hemû cure nexweşiya û êrîşa hatine. Heya niha jî ev xelkê Mexmûrê wek koçber mafê wan nehatiye dayîn û herdem bi zextên dewleta tirk û bi hevkariya PDK’ê di serîde NY’ê û hikûmeta Iraqê bi çavekî din li wan meyze dikin û ji hemû mafê xwe yên koçberiyê bê par mane.

Ruxmî ku ev zêdetir ji sê salaye ev wargeh di bin embargoyê de ye û ji ber astengiyên ji aliyê DPK’ê ve li himber hatin û çûna wan gelek kesan jiyana xwe jidest dane. Carek bi tenê jî PDK bi berpirsyartî nêzî wan nebûye. Mixabin Hikûmeta Iraqê jî taybet piştî ku Sûdanî bûye serokvezîr zextên li ser gelên azadîxwaz zêde bûne û dixwazin gel bikin bin kontrola xwe de.

‘Çarenivîsa Şengal û Mexmûrê yeke’

Çawa li Şengalê pêşmergeyên PDK’ê û hikumeta Iraqê terka Şengalê dan, em dinava destê çeteyan de hiştin, ev yek bû sedema qetilkirin, revandin û firotina bi hezaran jin û zarokên vê civakê, heman rev li Mexmûrê jî çêbû. Lê xelkê Mexmûr bi îradeya xwe li himber çeteyan sekinîn û ne tenê wargeh hemû derdora xwe parastin heya ku nekevin destê Çeteyan.

‘Hikûmeta Sûdanî di nav planên qirêj de ye’

Em dibînin ji aliyê hikûmeta Sûdanî ve hemleyek li dijî îradeya gel hatiye despêkirin, ev hemle di niha de li Şengalê û Mexmûr ketiye meriyetê û ji bo gel bikin bin kontrola xwe di nava deg û dolaba de ne. Li Şengalê bi pêkanîna hevpeymana 9’ê Cotmehê û li Mexmûrê jî bi dorpêçkirina wargehê. Ji bo em van pilana têk bibin emê bi hevre di nava tekoşînê de bin û mafê xwe yê parastinê bikar bînin. Îradeya xwe emê bi tu awayî teslîm nekin û em bang li hikûmeta Sûdanî dikin, bila dest ji van lîstoka berde û nebe hevkarê dewletên derve. Ji şûna Iraq bi aliyên derekî re lihev bike û êrîşî ser gel bikin, bila were em bi hevre danûstandin bikin û pêşengiyê ji Iraqek demokratîk re bikin.

‘Îro Mexmûr û Şengalin sibe hemû cihên dinin’

Binavê gelê Şengalê em berxwedaniya, jin, ciwan, zarok, kal û hemû gelê xwe yê li Mexmûrê silav dikin. Em dibêjin êş û aqûbeta me û xelkê Mexmûr yeke, heya dawî emê bi gelê xwere bin û bi îradeya xwe emê bi serbikevin. Ji bo em bigihin azadiya xwe û hemû pilana têk bibin emê tekoşînek hevpar bidin meşandin û destê xwe bikin destê hev. Li ser vî esasî em bang li tevahiya gelê xwe û dostên wan dikin, îro gel rastî zilmê tê, îro Mexmûr û Şengalin sibe hemû cihên dinin. Pêwîste gelê me bi biryardarî hemû destkeftiyên xwe biparêze û rê nede carek din bikevin bin kontrola tu aliyekî.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar