Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rêveberiya Xweser a Şengalê: Tu hukmê hikûmeta Iraqê nemaye

Li ser hişyariya Rêveberiya Xweser a Şengalê ku ji ber bêdengiya hikûmeta Iraqê ya li hemberî êrîşên dewleta tirk, saziyên fermî yên Iraqê yên li Şengalê îro nehatin vekirin. Rêveberiya Xweser diyar kir ku tu hukmê hikumeta Iraqê li Şengalê nemaye

Êrîşên li ser Şengalê bi taybetî jî li hemberî rêveber û saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê demên dawî zêde bûne. Piştî ku 7’ê kanûnê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda bi êrîşa balafirên dewleta tirk hat şehîdxistin, duh êvarê jî balafirên şer ên dewleta tirk bombe li avahiya Meclisa Gel a Xanesorê barand.

Ev êrîşa li ser Meclisa Gel a Xanesorê bi tesadufî nebû. Amadekarî dihate kirin ku îro bi tevlibûna hemû sazî û dezgehan, pêkhateyên Şengalê xêra Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Xwedêda bide. Êrîş di dema amadekariya vê xêrê de hat kirin.

Sazî û dezgehên iraqî jî hatibûn vexwendin

Rayedarên Rêveberiya Xweser a Şengalê dan zanîn ku sazî, dezgeh û kesayetên hikûmeta Iraqê jî ji bo vê bernameyê hatibûn vexwendin. Lê tevî vê rastiyê jî hikûmeta Iraqê ne helwest li hemberî êrîşa 7’ê Kanûnê nîşan da ne jî rê li ber vê êrîşa dawî girt.

Ji ber bêdengiya İraqê êrîş dewam dikin

Li hemberî van êrîşên ku bi hevkariya dewleta tirk a dagirker û PDK’ê têne kirin, di serî de hikûmeta Iraqê bêdengiya hêzên navneteweyî berdewam dike. Rêveberiya Xweser a Şengalê li hemberî bêdengiya hikûmeta Iraqê ku rê li ber van êrîşan vedike helwesteke cidî ya siyasî girt.

Rêveberiya Xweser hişyarî da

Rêveberên Rêveberiya Xweser destnîşan kirin ku êdî hikûmeta Iraqê bi tu awayî nikare Şengalê biparêze û tu serweriya wê jî nemaye. Ji ber van sedeman Rêveberiya Xweser duh bi nivîseke fermî hişyarî da hemû sazî û dezgehên hikûmeta Iraqê yên li Şengalê û her wiha munazameyên ku bi dewletên navneteweyî re kar dikin ku îro yek ji wan jî deriyê dezgehên xwe venekin.

Ji ber ku êdî Şengal bi her awayî ji her cûre êrîşan re vekiriye û helwesta gel a li hemberî sazî û dezgehên hikûmeta Iraqê hatiye asta qûtbûnê, Rêveberiya Xweser helwest û hişyariyek bi vî rengî pêş xistiye. Li gorî hişyariya Rêveberiya Xweser ji bilî nexweşxane û dibistanan dê tu sazî û dezgehên fermî îro li Şengalê deriyên xwe venekin.

Li gorî agahiyên destpêkê jî, li ser vê hişyarî û helwesta Rêveberiya Xweser a Şengalê, piraniya sazî û dezgehên hikûmeta Iraqê yên li Şengalê îro dest bi kar nekirine. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar