Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Rêveberiya Xweser: Armanc taloqkirina darizandina DAIŞ’ê ye

Hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser da zanîn mafê Rêveberiya Xweser heye ku çeteyan bidarizîne û bal kişand ser vî tiştî ku Tirkiye bi van êrîşan dixwaze doza darizandina DAIŞ’ê bisekinîne.

Beriya Civîna Astanayê dagirkeriya dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kiriye. Tê payîn ku di navbera Tirkiye, Rûsya, Îran û rejîmê de hevdîtinên bên kirin û di heman demê de Şam û Enqere jî li hev bikin.

Piştî hilbijartinên serokomariyê cara yekem asta van êrîşan bilind kir, Tirkiye dîsa bi her cure rêbaz û balafirên êrîşan dike û pêşengên Şoreşa 19’ê Tîrmehê dike hedef.

‘Asta êrîşan gelek zêde bûne’

Êrîşên ku di 10’ê hezîranê de li Kantona Şehbayê ya Herêma Efrînê dest pê kiribûn, vê carê 37 kîlometreyan kete nav axa Sûriyeyê û êrîş hatin kirin. Li ser vê yekê Navenda Ragihandina YPG’ê ragihand ku 3 şervanên wanşehîd bûne. Cihê êrîşê gundê Marat Muslimiye yê navçeya Ehdas e, ku tenê 10 km dûrî navenda bajarê Helebê ye. Li hemberî vê derê Kampa koçberên ji Efrînê heye.

Her wiha êrîşên li dijî Şehbayê jî nehatiye sekinandin. Piraniya gundên Şehbayê bûne hedefa topbarana Tirkiyeyê. Di heman demê de Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di 14’ê hezîranê de li herêma Efrînê ji ber êrîşên hewayî yên artêşa tirk a dagirker 2 şervanên wan şehîd bûne.

Ji 10’ê hezîranê ve li nêzî Til Rifat û gundên Şerayê 12 bendên leşkerî yên di destê hikûmeta Şamê bûne hedefa êrîşan. Heta niha 14 leşkerên rejîma Şamê jiyana xwe ji dest dane, 11 leşker birîndar bûne û 2 tankên rejîmê jî hatine îmhakirin. Di navbera gundên Hurbil û Om Hoşê de jî wesayîteke zirxî ya Rûsyayê bû hedef. Di vê êrîşê de leşkerî wan mir û 2 jî birîndar bûn. Li hemberî vê êrîşê ne Rûsyayê û ne jî hikûmeta Şamê bertek nîşan nedan.

‘Dewleta tirk navendên tenduristiyê dike hedef’

Li Şehba ne tenê eniyên şer dibûn hedef, hemû herêm tê bombekirin. Di 16’ê hezîranê de di encama êrîşa dewleta tirk a li dijî nexweşxaneya Til Rifatêde , 4 sivîl birîndar bûn û xebatkarekî nexweşxaneyê jî bi giranî birîndar bû. Nexweşxaneya Til Rifatê  500 metre li başûrê artêşa Rûsyayê û hikûmeta Şamê ye.

Minbiç û Kobanê her gav di hedefa dewleta tirk de ye

Artêşa tirk a dagirker him ji hewayî û him jî ji bejahî li Kobanê û Minbîcê êrîş kir.

Di 14’ê hezîranê de dema ku hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hewl didan 2 zarokên gundê Dendeniyê yê bakurê Minbicê ku di encama êrîşên dewleta tirk a dagirker de birîndar bibûn rizgar bikin, 5 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê şehîd bûn. Di berdewamiya êrîşan de şervanekî din ê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û sivîlek di encama êrîşa hewayî de şehîd bûn. Bi giştî 6 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û sivîlek şehîd bûn, 2 zarok jî birîndar bûn.

Kobanê her tim di bin êrîş û gefên dewleta tirk de ye. Di 15’ê hezîranê de ji hewayî ve li motorbisikletekê da û xwest pêleke koçberî û tevliheviyê bide destpêkirin.

‘Dewleta qirker pêşengên civakê dike hedef’

Ji 10’ê hezîranê ve li herêma Cizîrê 2 êrîşên hewayî hatin kirin. Di êrîşa hewayî ya 15’ê hezîranê ya li ser gundê Şewirkê ya di navbera kantona Qamişlo û navçeya Tirpesiyê de endamekî YPG’ê şehîd bû, di vê êrîşê de mamoste Mihemed û hevjîna wî Zozan şehîd bûn.

Herî dawî jî di 20’ê hezîranê de li gundê Til Şiîre yê gundê Tirpespiyê yê gundewarê Qamişloyê êrîşeke mezin pêk hat û di encamê de hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwîş, cîgirê wê Lîman Şiwêş û welatparêz Firat Toma şehîd bûn. Hevserokê Kantona Qamişlo Gabî Nemon jî birîndar bû.

Her wiha her roj li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê,  ji Şehbayê heta Dêrikê balefirên keşfê digerin.

‘Dewleta tirk hewl dide 10 hezar DAIŞ’î rizgar bike’

Çend roj berê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandibû ku ji ber bêhesasiyeta raya giştî û civaka navdewletî, wê dest bi darizandina çeteyên biyanî yên DAIŞ’ê bike. Piştî vê daxuyaniyê êrîş jî zêde bûn. Têkildarî mijarê Hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferîd Atî diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji roja ku ava bûye û heta niha  şerekî mezin li dijî terorê daye û di encamê de gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine rizgarkirin. Atî got “Ji ber ev serkeftinên Rêveberiya Xweser dewleta tirk a dagirker aciz dibû. Dema ku herêmek dihate rizgarkirin, aciziya dewleta tirk jî zêde dibû. Herî dawîn Rêveberiya Xweser diyar kir wê çeteyên DAIŞ’ê yên di destê xwe de bidarîzine.  Piştî vê biryara Rêveberiya Xweser êrîşên dewleta tirk a dagirker jî zêde bû. Wê nêzî 10 hezar çeteyên DAIŞ’ê werin darizandin û wê derkeve holê ku ji sedî 99’ê van çeteyan ji ser Tirkiyeyê hatine herêmê.”

Hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferîd Atî diyar kir 7 herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî kolektîf bi hev re dijîn û got “Li herêmên me gel bi hev re dijîn. Ji bo hilweşandina pergala li herêmê dewleta tirk êrîşan dike. Dewleta tirk ji xwe berê jî êrîşî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kiribû û dixwaze ewlehiya herêmê xera bike. Em ê bi yekîtiya gelan û Neteweya Demokratîk li hemberî dagirkeriya dewleta tirk bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar