Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Rêveberiya Xweser: Armanca êrîşê destkeftiyên kurdan e

Rêveberiya Xweser êrîşa li ser balafirgeha Silêmaniyê bi daxûyaniyekê şermezar kir û got: “Armanca êrîşa tirkan destkeftiyên tevahî kurdan e. Em piştgiriyê didin birayên xwe yên YNK`ê û yên li Silêmaniyê.”   

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê êrîşa li ser balafirgeha Silêmaniyê şermezar kir û destnîşan kir ku li hember vê êrîşê divê helwestên zelal ên hemû hêzên Iraqê û başûrê Kurdistanê hebin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye: “Tirkiye binpêkirinên xwe li herêmê didomîne. Hewl dide ewlehî û îstiqrara herêmê têk bibe û tevlihevî û fikaran biafirîne. Êdî rol û armancên Tirkiyeyê di vê pêvajoyê de ji her kesî re aşkere ne. Bi nêzîkbûna dema hilbijartinan re, Erdogan û hevalbendên wî hewl didin kaxezan tevlihev bikin, da ku careke din bigihêje ser desthilatê û planên xwe li herêmê temam bikin.

Bûyera ku doh (7ʹê nîsanê) ya li bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê rû da, berdewama siyasetên dewleta tirk ên li Iraqê bi tevahî ye ku serdestiya wê binpê dike û bi hincetên ne di cih de destwerdanê li Iraq û herêma Kurdistanê dike.

Em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşa dijminane ya li ser balafirgeha Silêmaniyê şermezar dikin. Em diyar dikin ku ev dijminahî xwesteka Tirkiyeyê ya şantajkirina hêzên siyasî nîşan dide û li aliyekî din xwesteka îstîsmarkirina van bûyeran ji bo berjewendiyên Erdogan di hilbijartinên bê de, nîşan dide.

Em piştgiriyê didin birayên xwe yên YNK`ê û yên li Silêmaniyê. Em destnîşan dikin ku divê li hember vê êrîşê helwestên zelal ên hemû hêzên Iraqê û başûrê Kurdistanê hebin. Ji ber ne tenê hedefgirtina herêmekê yan cihekî ye, lê belê siyaseteke diyar e û armanca wê dorpêçkirina destkeftiyên başûrê Kurdistanê û destwerdan û binpêkirina Iraqê û serweriya wê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar