Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Rêveberiya Xweser bang li DYA û Rûsyayê kir

Navenda Nûçeyan |

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrîşên dewleta tirk û bombebarana li ser maleke li gundê Helincê yê Kobanê de ku di encama wê de 3 jin şehîd bûn, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser wiha ye:

“Dewleta tirk di 23’yê hezîranê de (duh) bi balafireke bêpîlot êrîşî maleke sivîlan a li gundê Helincê yê Kobanê kir û di encamê de 3 jin şehîd bûn û hejmarek jî birîndar çêbûn.

Ev êrîş di çarçoveya rêzeêrîşên dewleta tirk ên li dijî gelê me de pêk hat. Ev êrîş binpêkirina qanûnî û exlaqî ji lihevkirinên di navbera Rûsya, Amerîka û dewleta tirk de diyar dike. Her wiha berdewama êrîşên ku dewleta tirk li dijî gelê başûrê Kurdistanê pêk tîne û sivîlan dike hedef. Ev yek yekser hedefgirtina îradeya jinan û têkoşîna wan a demokratîk e.

Ev êrîş niyeta Tirkiyeyê aşkera dike ku ew guh nade jiyana şênî û sivîlan bi taybet di dema agirbestê de ku ji ber vîrûsa koronayê hatibû sekinandin. Her wiha şerekî pir xeternak û ne bi berpirsyariya exlaqî û qanûnî ku Tirkiye her tim bi rêya êrîşên xwe radigihîne, derdixe holê.

Em weke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dijminatî û şerê li dijî sivîlan şermezar dikin. Em tekez dikin ku ev êrîş tu carî me ji têkoşîna demokratîk bi paş de naxe bi taybet têkoşîna jinan û rola wan a dîrokî di têkoşîn û berxwedana li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de.

Em bang li Rûsya, Amerîka û NY’yê dikin ku helwestên cidî û diyar der barê êrîşên nerewa de, nîşan bidin.

Her wiha em bang li gelê xwe yê li tevahî herêman û li derveyî welat dikin ku dakevin qadan û êrîşên dewleta tirk şermezar bikin, tevdîrên pêwîst ji bo vîrûsa koronayê bigrin, siyaseta dewleta ttirk û sûcên ku pêk tîne ji tevahî cîhanê re aşkera bikin. Em sersaxiyê ji malbatên her sê şehîdên xwe re dixwazin ku di duh di encama bombebarana dewleta tirk de şehîd bûn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar