Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rêveberiya Xweser: Daxuyaniya Trump rê li ber qirkirina etnîkî vedike

Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta tirk agirbestê binpê dike. Rêveberiya Xweser da zanîn ku daxuyaniyên Trump rê li ber qirkirina etnîkî vedike û divê gelê Serêkaniyê û Girê Spî di bin çavdêriya hêzên navdewletî li herêmên xwe vegerin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrîşên dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê û binpêkirina agirbestê daxuyaniyeke nivîskî parve kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta tirk agirbest binpê kir.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku di sê rojên agirbestê ya di navbera HSD’ê û dewleta tirk a bi navbeynkariya DYA’yê de êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser hêzên wan nesekinî. Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku di van êrîşan de 25 şervan şehîd û 17 jî birîndar bûn û wiha domand: “Her wiha komkujiyeke hovane li Serêkaniyê pêk anîn. Di encama topbaran hovane ya di dema agirbestê de 17 kes şehîd bûn û bi dehan cenazeyên şehîdan di bin enqazan de hatin hiştin. Dewleta tirk di heman demê de çekên qedexekirî bi kar anîn.”

Sûcên înfazkirina sivîlan

Bi berdewamî jî Rêveberiya Xweser daxuyand ku artêşa tirk binpêkirina agirbestê didomîne û ev agahî dan: “Hewl didin hêzên xwe yên leşkerî derbasî bajêr bike. Li herêmên ku artêşa tirk a dagirker derbas bûye sûcên înfazkirina sivîlan û revandin, şantaj û talan pêk tên. Diyar e ku bûyerên li Efrînê rû didin li herêmê dubare dibin. Ev jî li ber çavên DYA’yê pêk tên. DYA mîsoger û berpirsyarê vê agirbestê ye.

Daxuyaniyên Trump

Rêveberiya Xweser bal kişand ser daxuyaniyên Donald Trump û wiha domand: “Em li hemberî daxuyaniyên serokê Amerîkayê matmayî dimînin. Dibêje ku agirbest bi serkeftî didome û aliyê tirk bendên wê bi cih tîne. Lê em teqez dikin ku dewleta tirk lihevkirinê binpê dike. Daxuyaniya dawîn a serokê Amerîkayê Trump ku dibêje dê kurd li herêmên nû bên bicihkirin, rê li ber qirkirina etnîkî vedike. Divê şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî di bin çavdêriya hêzên navdewletî li cih û warên xwe vegerin û ev herêm di bin parastina navdewletî de be. Ger ne wisa be dê dewleta tirk herêmê qir bike. Divê DYA bi berpirsyarî tevbigere.”

Ji bo qada navdewletî bang

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha bi dawî bû: “Em bang li civaka navdewletî dikin ku zextê li aliyê tirk bike ku pêwîste hêzên xwe ji herêmên ku dagir kirine vekişîne. Em bang li civaka navdewletî dikin ku hêzên navneteweyî bişîne ji bo ku sivîlan ji tevahiya cureyên binpêkirinan biparêzin. Ji ber ku dewleta çekên qedexekirî li dijî gelê me bi kar tîne, nikare çavdêriya wê herêmê bike. Em banga avakirina komîteyeke lezgîn dikin ku bikaranîna çekên qedexekirî û sûcên infazkirina sivîlan lêpirsînekê veke.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar