Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Rêveberiya Xweser dê sûcên şer ên dewleta tirk bibe dadgehên navdewletî

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku dê hemû sûcên şer û binpêkirinên ku dewleta tirk li dijî gelên rojavayê Kurdistanê kirin, dê pêşkeşî Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî, NY, YE û rêxistinên mafên mirovan bikin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî sûcên şer ên weke kuştin, lîstina bi cenazeyên siyasetmedar û şervanan, qetilkirina sivîlan, bikaranîna çekên kîmyewî û hwd. ên dewleta tirk û çeteyên wê li dijî gelên rojavayê Kurdistanê pêk anîn daxuyaniyek da û destnîşan kir ku dê li Dadgeha Edaletê ya Navdewletî serlêdana sûc bikin.

Rêveberiya Xweser di serî de êrîş û binpêkirinên dewleta tirk şermezar kir û wiha domand: “Rejîma Tirkiyeyê û çeteyên wê li herêmên Sûriyeyê yên dagir kirine, hevpeymanya mafê mirovan binpê dikin, cenazeyan parçe dikin û pê dilîzin û kirinên xwe yên dirinde li pêşiya cîhanê bi dîmen dikişînin. Herî dawî jî komên çete yên dewleta tirk Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef, heft sivîl û şervanên YPJ’ê Amara û Rênas qetil kirin û bi cenazeyên wan lîstin.”

Bi berdewamî jî hat diyarkirin ku ev sûcên şer rûyê rasteqîn ê dewleta tirk û çeteyên wê nîşan dide û wiha dom kir: “Tevî van sûcên bêexlaq jî rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û erebî bêdengin. Berpirsyariya van sûcên şer ên ku çeteyên artêşa tirk dikin, rejîma Tirkiyeyê û serokê wê Erdogan e. Em ê hemû binpêkirin û sûcên şer ên ku dewleta tirk kirine, ji Dadgeha Edaletê ya Navdewletî, El Camîa El Erebiye, Yekitiya Ewropayê û Konseya Ewlekariyê ya NY’yê re bişînin.”

Reva çeteyên DAIŞ’ê

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Bi êrîşên dewleta tirk re rêyeke berfireh li pêşiya reva çeteyên DAIŞ’ê vebû. Ji bo ku jinên DAIŞ’ê birevîn jî dewleta tirk a dagirker girtîgeh û kampên malbatên çeteyên DAIŞ’ê tê de hedef girt ku derbasî dewleta tirk bibin û ji nû ve werin perwerdekirin û bikaranîn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar