Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Rêveberiya Xweser der barê salvegera dagirkirina Efrînê daxuyanî da

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê têkildarî 5'emîn salvegera dagirkirina bajarê Efrînê ji aliyê dewleta tirk ve, li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da.

Bajarê Efrîn yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  5 sal berê ji aliyê dewleta tirk ve hat dagirkirin. Bi armanca şermezarkirina dagirkirina Efrînê, Rêveberiya Xweser li ber Çarxerêya Nebî Hûrî ya li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, rêxistin û tevgerên jin û şêniyên bajêr destpêkir.

Berxwedana 58 rojan û bikaranîna çekên qedexekirî

Daxuyaniya ku ji aliyê Endamê Rêvebirina Dibisatan Xemgîn Yûsif ve hat xwendin wiha bû: “Bajarê Efîrnê yê ku bi ewle û aramiyê bi prensîbên demokrasî û wekheviyê ya Rêvberiya Xweser jiyan dikir, bi êrîşeke hovane re rû bi rû ma û hat dagirkirin. Êrîş 58 rojan dewam kir berxwedaneke qehremanî, efsane û dîrok nav de hatin nivîsandin. Dewleta tirk hemû çekên qedexekirî yên navneteweyî bikar anî. Mixabin dagîrkirina bajarê zeytûnê bû sedema koçberkirina bi hezaran xelkê wê yê resen.”

‘Siyasetên dijmirovî derheqê gelê Efrînê de tê meşandin’

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de diyar kir ku piştî dagirkirinê gelek kiryar û polîtîkayên dijmirovî derheqê gelê herêmê de tê pêkanîn û wiha pêde çû: “5 salan ji dagirkeriyê, polîtîkayên tunekirinê yên ji aliyê dagirker û komên terorîst ve li dijî kesên ku li malên xwe mane, tê meşnandin. Ji wan polîtîkayan; guhertina demografîk, avakirina bajarokan, talankirin, kuştin, girtin, dizîna berhemên kevnar û birîna daran a ku hîna dewam dike. Dagirkeriyê heya niha li ser ji holê rakirina taybetmendiyên bajarê dîrokî yê zeytûnê, bi her awayî dixebite û ev cihê nerazîbûyînê ye.”

‘Rûyê wan ên veşartî di kareseta erdhejê de aşkere bû’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rûyê dewleta tirk ê veşartî bi erdehjê de xuya bû û wiha hat berdewam kir: “Ev siyasetên dagirkeriyê ji aliyê Koalîsyona Navdewletî ve tên rewakirin. Binpêkirinên ku çêdibin rûyê dewleta tirk ê rastî bi polîtîkayên tirk-kirinê yên ku dimeşînin eşkere dike. Her wiha bi karesatên erdhejên dawî yên ku bandor li herêmên Efrînê û bi taybetî li Cindrêsê bû rûyê rast ê dewleta tirk li pêşberî hemû cîhanê aşkere bû. Sûceke li dijî mirovahiyê ku sivîlên xwecihî di bin xirbeyan de li ber mirinê, bêyî pêkanîna operasyonên rizgarkirinê û nevekirina deriyên li pêşiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo alîkariya ji bo mexdûran, bihêlin.”

‘Hêzên navneteweyî jî hevkar in’

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de cangoriyên Berxwedana Serdemê bi bîr anî û di heman demê de dewleta tirk û hevkarên wê şermezar kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em wek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê di vê salvegera bi êş de cangoriyên Berxwedana Serdemê, Yekîneyên Parastina Gel û Jinê (YPJ/YPG) ku destanên lehengiyê nivîsandine bibîr tînin. Pêkhateyên wê di 5’emîn salvegera Berxwedana Serdemê de hîn jî bi hevgirtina xwe hêviya vegera Efrînê her kêlî dirêsînin. Em dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê û polîtîkayên qirkirinê yên ku dimeşînin, dagirkerî û binpêkirinên berdewam, hêz û aliyên navneteweyî jî bi bêdengiya xwe hevkar in şermezar dikin.”

Soza rizgarkirinê

Rêveberiya Xweser soza têkoşînê ji bo rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî tekez kir û wiha daxuyanî bidawî kirin: “Em bang li civaka navdewletî û koalîsyonê dikin ku şerê DAIŞ’ê bikin. Divê hemû rêxistinên navdewletî û mafên mirovan erk û berpirsyartiyên xwe li hember tawanên cengê yên li dijî mirovatiyê yên ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker û komên terorîst ve pêk tên, rabin. Her wiha em soza bilindkirina leza xebat û têkoşînê heta serkeftin, rizgarkirina hemû herêmên me yên dagirkirî û vegera gelê me ya bi ewle bo malên xwe nû dikin.”

Daxuyanî bi sloganên ku berxwedana Efrînê zindî dike, bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar