Sûriye ji bo dewleta Tirk serkeftine yan ketina teqnê ye?

Teoriyên kapîtalîstan ên dijmirovahiyê hene. Yek ji van teoriyên mijara gotinê “terapiya şokê” ye. Li gorî vê teoriyê, guhertin encax bi qeyranê pêk tê....

Cihê ku dewlet lê hebin pirsgirêk jî hene

Dema em li geşedanên dîrokê dinerin, em dibînin ku cihê desthilat, serdest, dewlet û sermaye hebin her tim pirsgirêk jî hene. Lê cihê ku...

Perşembe - 12 Aralık 2024

Rêveberiya Xweser: Di çarçpoveya xeta şerê şoregerî de li ber xwe didin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Minbicê banga yekîtiyê kir û got: “Em amade ne li hemberî êrîşan bisekinin. Bi qehremaniya hêzên xwe yên leşkerî yên ku ji bo parastina gel û xaka me bûne mertal, bi hevgirtina gelê me û piştevaniya wî ya bi hêzên xwe yên leşkerî re ya di çarçoveya xeta şer ê şoreşgerî.”

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê têkildarî êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser kantonê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî bi amadebûna endamên Rêveberiya Xweser, nûnerên partiyên siyasî, meclisên olî û meclisên sivîl û rûspiyên eşîran, li pêşiya avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji aliyê rêveberê Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Rojhilat a Minbicê Husam El Şewax ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di demekê de ku em ji bo ewlehiya gelê xwe kar dikin, herêm ji ber rûdan û geşedanên li qada cîhanê, herêma Rojhilata Navîn û li Sûriyeyê ber bi çarenûseke nezelal ve diçe. Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê ji gelê me yê li Minbicê û tevahî niştecihên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevahî pêkhate û beşên wê re dibêjin, em ne şerxwaz in, lê em aştî û avakirinê dixwazin. Armanc ji van rewşan re ku welatê me tê re derbas dibe, jiholêrakirina meşa avakirin, pêşketin û rizgarkirinê ye, di heman demê de ji bo xirabkirina têkiliyên xwişk û biratiyê yên di navbera me de ye.

Em amade ne li hemberî êrîşan bisekinin. Bi qehremaniya hêzên xwe yên leşkerî yên ku ji bo parastina gel û xaka me bûne mertal, bi hevgirtina gelê me û piştevaniya wî ya bi hêzên xwe yên leşkerî re ya di çarçoveya xeta şer ê şoreşgerî, bi guhnedana li şerê taybet, em dikarin bersiva êrîşan bidin.”

Di daxuyaniyê de bang li dewletên aktîf ên li herêmê û desteyên mafên mirovan hat kirin û hate gotin: “Bi me re bisekinin, êrişan şermezar bikin, sivîl, zarok, pîr û jin, milkên gel biparêzin. Di meşa avakirin û belavkirina azadî û demokasiyê de piştgiriyê bidin me.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar